YBŞ’ê banga yekîtiya êzîdiyan kir

YBŞ’ê rizgarkirina Şengalê pîroz kir û ev got: “Rizgarkirina Şengalê ne tenê serkeftinek leşkerî bû, lê belê şahidiya îradeya Êzidiyan û şiyana wan a parastina hebûn, ax û rûmeta xwe bû. Îro, dema ku em di qonaxek nû de ne, berpirsiyariya me parastina vê serkeftinê û parastina Şengalê ji bê istiqrarî, destwerdana biyanî û ferzkirina îradeyane.”

YBŞ’ê banga yekîtiya êzîdiyan kir
13 mijdar, 2026   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî salvegera 11’an a rizgarkirina Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Di salvegera 11’emîn a rizgarkirina Şingalê de, em rojekê ku di dîroka me Êzidiya de hatiye nivîsandin bibîr tînin; roja ku îradeya gelê me li hember çeteyên DAIŞ’ê bi ser ket û zarokên Şengalê îspat kirin ku ev xak nikare ji gelê wê were girtin, ku buha û bedela wê çi be jî.

Di vê salvegerê de, em bi serbilindî û rêzdarî cangoriyên xwe yên qehreman bibîr tînin, di serî de Fermandar Şehîd Saîd Hesen, Mam Zekî, Dilşêr, Egîd, Medya, Nûjîn, Berfîn, Zerdeşt, Dijwar û hemî cangoriyên berxwedana Êzidiya yên ku jiyana xwe ji bo parastina gelê xwe, axa xwe û rûmeta xwe dane.

Em vê serkeftinê li malbatên cangoriyên xwe û dayîkên wana pîroz dikin û em ji wan re dibêjin; Ev serkeftin berhema qurbaniyên zarokên we ye û em deyndarê we û xwîna cangoriyên xwe ne. Ev deyn dê heta ku em bijîn wek emanet li ser milên me bimîne.

Her wiha em pîrozbahiyên xwe ji Rêber Apo û hemû kes û aliyên ku di dema herî dijwar de li kêleka gelê me sekinîn re pêşkêş dikin. Em helwestên ku rê li ber man û berxwedana gelê Şengalê vekirin bibîr tînin.

Rizgarkirina Şengalê ne tenê serkeftinek leşkerî bû, lê belê şahidiya îradeya Êzidiyan û şiyana wan a parastina hebûn, ax û rûmeta xwe bû. Îro, dema ku em di qonaxek nû de ne, berpirsiyariya me parastina vê serkeftinê û parastina Şengalê ji bê istiqrarî, destwerdana biyanî û ferzkirina îradeyane.

Ji ber vê yekê, em bang li gelê xwe yê Êzidî li Şengalê û derva dikin ku yekitî û tifaqa xwe çêke, berjewendiyên civakê bidin pêşiya yên teng û li hember dijwariyan pêvajoyê bi helwestekî yekane û hevbeş bisekinin. Cûdahiyên hizir û ramanan divê nebin qelsî û cihêrengiya me jî divê nebe sedema dabeşbûnê û perçebûnê.

Em pabendbûna xwe ya bi yekitî û serweriya Iraqê re û biryardariya xwe ya ji bo misogerkirina ku Şengal beşek çalak û ewle ya Iraqê ye, di heman demê de taybetmendiyên civaka me, mafên wê û îradeya wê diparêzin û ji nû ve piştrast dikin.

Di vê salvegera rizgarkirinê de, em soza xwe ji cangorî û gelê xwe re nû dikin ku Şengal dê bi îrada xwe azad bimîne, di biryarên xwe de Iraqî be û bi xwîna zarokên xwe re dilsoz be.”