‘Em ê ji bo azadiya Rêbertiya xwe heta dawiyê têbikoşin’

Endamên komîteyên malbatên şehîdan ên Kantona Firadê û bajaroka Çelebiyê, diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ditirse, lewma tecrîda giran dide meşandin, lê ew ê jî heta pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe têkoşînê mezin bikin.

‘Em ê ji bo azadiya Rêbertiya xwe heta dawiyê têbikoşin’
‘Em ê ji bo azadiya Rêbertiya xwe heta dawiyê têbikoşin’
‘Em ê ji bo azadiya Rêbertiya xwe heta dawiyê têbikoşin’
‘Em ê ji bo azadiya Rêbertiya xwe heta dawiyê têbikoşin’
17 gulan, 2024   03:05
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Endamên komîteyên malbatên şehîdan ên Kantona Firadê û bajaroka Çelebiyê nêrînên xwe yên dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de anîn ziman: 

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Çelebiyê Rojîn Mislim: Ev 3 sal in tu agahî ji Rêberê em nayê wergirtin. Tê xwestin bi vê tecrîdê re gel û Rêber Abdullah Ocalal ji hev bên qutkirin, lê çi dibe bila bibe ew ê nikarin viya pêk bînin. Êdî em xwedî wê fikir û felsefê ne ku karibin azadiya fizîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan pêk bînin. Fikra Rêberê me di mejiyê me de hatiye çandin. Gelê kurd û netewên din tu carî ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan qut nabin.

Endama Maclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Semîra Mihemed: Ev 3 salin tu agahî ji Rêbertîya me neyê wergirtin. Dewleta Tirk ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ditirse, lewma tecrîdê giran dike. Lê em ê dijî wê her tim li kolanan. Heta azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê jî emê têbikoşin.

Dayîka bi navê Emîne Ebdo Mihemed: Desthiladar dixwazin di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de ziman, nasname û hebûna me tune bikin. Dewleta Tirk dixwaze me dûrî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bixe, lê em li ser wê fikrê xwe rêxistin û perwerde dikin. Em ê Rêber Abdullah Ocalan ji nav çar dîwarên îmraliyê derxînin û azadiya wî ya fizîkî pêk bînin. Em silavên xwe ji Kobanê heta Îmraliyê û gerîlayên serê çiyan re dişînin.

 ANHA