Xwepêşandêrên li Şamê bûn hedefa êriş û gefên kuştinê

Bi sedan Sûriyeyiyan li Şamê xwepêşandanek bi diruşmeya "Qanûn û Rûmetê" li dar xist. Li xwepêşandêr bûn hedefa êriş û gefên kuştinê

Xwepêşandêrên li Şamê bûn hedefa êriş û gefên kuştinê
17 nîsan, 2026   22:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçegihanê me, bi sedan Sûriyeyiyan li Qada Yûsif El Ezme ya naverasta Şamê Şamê xwepêşandanek li dar xist û daxwaza jiyaneke baş, edalet, wekhevî û serweriya qanûnê kir.

Xwepêşandêran bi rakirina gul û danîna gurzên gulan li ber peykerê Yûsif El Ezme, xwezaya xwezaya tevgera xwe ya aştiyane nîşan da û bi dirûşman gotin "Em ji bo hemû Sûrîyeyiyan qanûn, edalet û rûmetê dixwazin."

Bi zêdebûna hejmara xwepêşandêran re, îşaret bi yekitiya gelê Sûriyeyê hat kirin û "firotina Sûriyeyê "red kirin û gotin, "Ruhê me fedayî Sûriyeyê ye" û daxwaza bicihanîna birayra 2254ˊan û pejirandina nenavendîbûnê kir.

Nûçegihanê me ragihand ku di xwepêşandanê de alozî derket, ji ber ku bi dronekê xwepêşandan dihat kişandin, vê yekê jî tirsek di nav xwepêşandêran de çêkir ku piştre bi ser wan de were girtin. Alîgirên hikumeta demkî gef li wan xwarin û komên ala "Heyet Tehrîr El Şam" hildabû êrişî xwepêşandêran kir, bi "bermayan" wesif kirin û gotin çalakiyê betal bikin.

Êrişa li dijî ojnamevaneke jin ku weşanê zindî ya xwepêşandanê dikir hat belgekirin.

Di dawiya xwepêşandanê de, beşdaran cihê çalakiyê paqij kirin, bi vê gavê ku xwezaya aştiyane ya tevgerê nîşan dan.

Girêdayî mijarê, Rêxistina "Edalet Ji Bo Hemûyan-Justice For All" gotinên kîndarî, nefret û gefên aşkera li dijî xwepêşandêran şermezar kirin.

Çalakvanên mafên mirovan gefên kuştinê yên bi awayekî aşkera bêyî hesabxwestinê bi nebûna serweriya qanûnê wesif kir û hişyarî ji gurkirina nakokiyê bi rêya "rûbirûbûna kolanê bi kolanê" da.

Organîzatorên xwepêşandana "Qanûn û Rûmetê" gelek daxwaz destnîşan kirin, weke rawestandina zêdebûna bihayan berî başkirina mûçeyan, ji nû ve nirxandina tarîfeyên xizmetên bingehîn li gorî hêza kirînê.

Organîzatoran daxwaza kontirolkirina keysbazî û manîpulekirina bihayan, parastina xizmetguzariyên giştî yên wekî elektrîk, av, tenduristî û perwerdehiyê û redkirina taybetkirina wan a bêyî zelalkirin û berpirsiyarî kirin.

Li kêleka wan jî daxwaza garantîkirina mafê dermankirin, perwerde û karê birûmet, piştgirîdayîna cihên giştî, pejirandina jêhatîbûnê di cihê kar de û avakirina toreke parastina civakî ji bo komên herî sist, hat kirin.

Organîzatoran got pêwîstî bi rêzgirtina li azadiyên giştî û mafên destûrî, betalkirina biryarên cudakar, hilbijartina meclisên herêmî yên ku nûnertiya welatiyan dikin, digel reformên îdarî, nirxandina biryarên ji kar dûrxistinê û valakirina hin deveran, heye.

Xwepêşandêran her wiha daxwaza aktîvkirina pêvajoya edaleta veguhêz, misogerkirina ku milk neyê desteserkirin, pejirandina zelaliyê di biryarê de, lidarxistina hilbijartinên azad ji bo sendîkayan, avakirina dadweriyek serbixwe, piştgiriya sektorên aborî yên cûrbecûr, hate kirin.

(ac/fr)

ANHA.