Xelkê Kobanê: Divê demildest şertên Rêber Apo bên sererastkirin

Xelkê Kobanê daxwazên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman û got “Divê demildest şertên Rêber Apo bên sererastkirin.”

Xelkê Kobanê: Divê demildest şertên Rêber Apo bên sererastkirin
18 nîsan, 2026   02:35
KOBANÊ

Xelkê bajarê Kobanê daxwazên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji ajnasa me ra anîn ziman.

Ehmedê Pîrê ku gelek caran bi Rêber Abdullah Ocalan re li cihên cuda maye, diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan qonaxeke daye destpêkirin, ji ber vê divê bikare kar bike. Ehmedê Pîrê destnîşankir ku ew heta dawiyê bi Rêber Abdullah Ocalan re ne û got: “Pêvajoya aştiyê ku lingê xwe yê sereke wekhevî ye, dide meşandin. Dema ku min Rêber Apo didît û di her dîtinekê de mesaja wî aştî bû.”

Endama Mecisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Cîhan Bozan jî anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan tim aramiyê dixwaze û got: “Bi banga Rêber Apo gelek gavên mezin û yên dîrokî ji aliyê Tevgera azadiyê ve hatin avêtin. Ji ber wan gavan divê êdî rêberê me jî fîzîkî azad bibe. Rêber Apo bingeha aştiyê ye. Êdî em gel dixwazin rêberê me di nava gelê xwe de be. Ev banga tevahî gelê Kurd e û çavê me hemûyan jî li rêya rêberê me ye. Bi fikra Rêber Apo aloziya li Rojhilata Navîn tê çareserkirin.”

Endamê Malbatê Şehîdan Hecî Qolexasî jî diyar kir ku “me çekên xwe şewitandin ji bo aştiyê lê heta niha gav nehatine avêtin” û ev lê zêde kir: “Îro em wek gelê Kobanê tenê hêviyeke me heye, ew jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em heta ji rewşa wî ya tenduristî jî bi fikarin. Heta ku rêberê me ji zindanê azad nebe, gel jî azad nabe.”

(ekîb)

ANHA