Ewn: Li pêşiya Lubnanê qonaxeke nû ya xebatê heye

Serokê Lubnanê Cozêf Ewn diyar kir ku welatê wî piştî şer li ber qonaxeke nû ya xebata ber bi "peymanên mayînde" ve ye û destnîşan kir ku danûstandinên bi Îsraîlê re ne qelsî, gav paşde avêtin an jî tawîzdayîn in.

Ewn: Li pêşiya Lubnanê qonaxeke nû ya xebatê heye
17 nîsan, 2026   22:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Lubnanê Cozêf Ewn ji bo gelê Lubnanê ragihand ku piştî peymana agirbestê ya di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, Lubnan li ber qonaxek nû ya xebata ji bo "peymanên daîmî" ye, di heman demê de anî ziman ku danûstandinên rasterast bi Îsraîlê re ne "nîşana qelsiyê an tawîzekê" ne.

Ewn got: "Niha, em hemû li ber qonaxeke nû ne. Ew qonaxa veguhêztinê ye ji xebata li ser agirbestekê ber bi xebata li ser peymanên daîmî ye ku mafên gelê me, yekitiya axa me û serweriya welatê me diparêzin."

(ac/fr)

ANHA