DYA: Planên jinûve nirxandina hebûna hêzên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîn in

Rayedarekî amerîkî got Washington plan nake ku hebûna leşkerên xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tenefê ji nû ve binirxîne û destnîşan kir ku dê piştgiriya QSD’ê bidomînin.

DYA: Planên jinûve nirxandina hebûna hêzên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîn in
8 mijdar, 2025   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî amerîkî got niha niyeta welatê wî nîn e ku hebûna hêzên xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî li baregeha Tenefê ji nû ve binirxîne. Her wiha anî ziman ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê armanca wan a pêşîn e.

Rayedar ji medyaya amerîkî re destnîşan kir ku Washington bi rêya QSD’ê destekê dide têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û got: "Armanc pêşîgirtina li ber vegera gefa terorê ye ku hîna li hin herêman dewam dike.”

Rayedar anî ziman ku DYAˊyê niha li Sûriyeyê li ser avakirina navendeke hemahengiyê ya mîna navendên hevbeş ên li welatên din ên herêmê hatine damezrandin, naxebite.

(bb)