Îlham Ehmed: Mafên Kurdan divê di destûrê de werin mîsogerkirin

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di merasîma şehîdên şewata zindana Kobanê de axivî û got, divê têkoşîna siyasî, qanûnî û rêxistinî were mezinkirin, xwedî li şehîdan bê derketin û mafên Kurdan di destûrê de werin mîsogerkirin.

Îlham Ehmed: Mafên Kurdan divê di destûrê de werin mîsogerkirin
14 îlon, 2026   19:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di merasîma oxirkirina şehîdên şewata zindana Kobanê de axivî. 

Îlham Ehmed anî ziman ku kombûna mezin a gel xwedîderketina li nirxên şehîdan nîşan dide û got, gel dê parastina mafên xwe bidomîne û rêbazên têkoşînê li gorî qonaxê biguherîne.

Îlham Ehmed li ser şehîdxistina şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan Hiznî jî diyar kir ku bûyer bi êş bû, lê wê bê hesabpirsîn derbas nebe.

Îlham Ehmed îşaret pê kir ku gelê Kobanê di bûyerên vê dawiyê de peyama "Hewldanên şikandina îradeya me bi ser nakevin" dan hikumeta veguhêz û got: "Em dibêjin em ji gotina rastiyê venagerin. Em Kurd me bedelên giran dan û têkoşîneke mezin kir. Em ê têkoşîna xwe bi rêyên siyasî û qanûnî bidomînin."

Di dewama axaftina xwe de Îlham Ehmed îşaret pê kir ku gelê Kobanê di dema bûyerê de îradeya xwe nîşan da û peyama "Tu kes nikare îradeya me bişkîne an jî hebûna me bi hêsanî ji holê rake" da hikumeta veguhêz. Îlham Ehmed hişyarî li ser hewldanên derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban da.

Her wiha destnîşan kir ku gelê Kurd gelek şehîd dane û hewldanên têkbirina mafên wan bi dawî nebûne, divê mafên Kurdan di destûrê de werin mîsogerkirin û qonaxa heyî hewceyê guhertina rêbazên berxwedan û têkoşînê dike.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve banga bilindkirina asta têkoşîna siyasî, qanûnî û rêxistinî, xwedîderketina li şehîdan û domandina çalakiyên mafê zimanê dayikê kir.

Têkildarî şewata zindana Kobanê jî Îlham Ehmed bi bîr xist ku rêveberiyê gelek civîn li dar xistin û lêkolîneke berfireh daye destpêkirin. Her wiha destnîşan kir ku berpirsên bûyerê dê hesab bidin, dê edalet pêk were û xwedîderketina li xeta şehîdan armanca wan a pêşîn be.

(bb)

ANHA