Xwendekarên Zanîngeha Rojava bûyerên dawî şermezar kirin

Xwendekarên Zanîngeha Rojava bi armanca şermezarkirina bûyerên dawî li Hesekê û Kobanê çalakiyek li dar xist, daxwaza vekirina lêpirsîneke serbixwe, zelal, diyarkirina berpirsan û cezakirina sûcdaran kir.

14 îlon, 2026   18:56
QAMIŞLO

Îro li bajarê Qamişloyê, bi armanca şermezarkirina bûyerên li Hesekê û Kobanê rû dane xwendekarên Zanîngeha Rojava çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de xwendekar Omer El Muxtar daxuyaniyek li ser navê xwendekaran xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku xwendekarên Zanîngeha Rojava bi fikareke mezin pêşdeçûnên dawî yên li Hesekê û Kobanê yên piştî şehîdxistina şervan Sîpan rû dane dişopînin.

Li ser bingeha berpirsiyariya xwendekarî û exlaqî xwendekaran ev daxwaz kirin:

Banga vekirina lêpirsîneke bilez, serbixwe û şefaf ji bo aşkerakirina hûrgiliyên şehîdxistina şervan Sîpan, bûyerên girtîgehê û xwepêşandanan hat kirin û hat gotin ku divê berpirs werin diyarkirin û sûcdar werin cezakirin.

Mafê xwendekar û welatiyan a xwepêşandana aştiyane mafekî destûrî û rewa ye, di heman demê de êrişa li dijî sivîlan an jî endamên ewlehiyê yan jî mal û milkên taybet û giştî û bikaranîna hêzê li derveyî qanûnî û bikaranîna nebaş a desthilat hatin redkirin.

Hişyarî ji bo xîtaba provakasyonê û tohmetên komî li ser bingeha neteweyî yan eşîrî yan siyasî hat dayîn. Xwendekaran xistina bar tenê di stûyî pêkhateyekê yan jî eşîrekê red kir û banga nebelavkirina çîrokên nebelgekirî yan jî dîmenên qutkirî beriya lêpirsînên fermî temam bibin hat kirin.

Xwendekaran bang li saziyên dewletê û îdarî yên eleqedar kir ku berpirsiyariyên xwe yên parastina welatî û girtiyan rakin, selametiya wan misoger bikin, bilez kesên destê wan di bûyerê de nîn e berdin û her kesê destê wî di bûyerê de heya ji dadweriyê re rakin.

Xwendekaran her wiha banga rawestandina raşgeiyê, hêdîkirina kolanê, vekirina kanalên diyalogê yên rastîn û berpirsiyane di nava tevahî aliyan de dûrî giştîkirin, tolhildan û provakasyonê kir.

Di dawiya daxuyaniyê de ht gotin ku divê rûberek ji diyalogê û hişmendiyê re bimîne, ne ji fitne û parçebûnê re.

(f)