Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

Şehîdên şewata zindana Kobanê ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmekê hatin oxirkirin. Di merasîmê de hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed anî ziman ku dê têkoşînê bi rêbazên siyasî û qanûnî bidomînin û der barê bûyerê de hesab bipirsin.

14 îlon, 2026   18:09
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên Kobanê bi merasîmekê cenazeyên şehîdên şewata zindanê li Pakrewangeha Şehîd Dîcleyê oxir kirin.

Di merasîmê de wêneyên 9 şehîdên zindanê; Ehmed Mihemed Eqîl, Bozan Dalî, Şêrewan Şevxan, Elî Îsa, Ezîz Reşîd, Delîl Şêx Elî, Xalid Mihemed, Mehmûd Mistefa û Elî Eqîleyê, her wiha wêneyên şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan Hiznî (Samî Şêxmûs Hiso) ê ku di êrişeke hovane de hatibû qetilkirin, hatin bilindkirin.

Merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Îlham Ehmed got: "Kombûna we ya mezin a li vir pîroz e. Bila serê tevahî malbatên şehîdan sax be. Em her tim bi gelê xwe û şehîdên xwe re. Em ji armanc û rêgezên xwe paşde venagerin."

Îlham Ehmed bal kişand ser sûcê qetilkirina Sîpan jî û ev li gotinên xwe zêde kir "Berî çend rojan bûyerek bi êş li Hesekê çêbû; bi awayekî bêbext Sîpan şehîd xistin. Lê îro em dibêjin ku em ê bi rêbazên qanûnî û siyasî dilsoziya bi şehîdan re bi cih bînin."

Di dewama axaftina xwe de Îlham Ehmed îşaret pê kir ku gelê Kobanê di rojên dawîn de peyameke zelal dan û gotin, hewldanên şikandina îradeya wan bi ser nakevin û got: "Em dibêjin em ji gotina rastiyê venagerin. Em Kurd me bedelên giran dan û têkoşîneke mezin kir. Em ê têkoşîna xwe bi rêyên siyasî û qanûnî bidomînin."

Îlham Ehmed desntîşan kir ku wan der barê şewata zindanê de civîn  li dar xistin û wiha pê de çû: "Wê lêkolîneke berfireh were vekirin û hesab ji hemû kesên ku destên wan di bûyerê de hene were pirsîn. Her wiha dê aliyên têkildar di nav de Şam û hêzên ewlehiya hundirîn jî berpirsyar in."

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştre cenazeyên şehîd Ehmed Mihemed Eqîl, Bozan Dalî, Şêrewan Şevxan, Elî Îsa, Ezîz Reşîd, Delîl Şêx Elî û Xalid Mihemed spartin Pakrewangeha Şehîd Dîcleyê.

Cenazeyên şehîd Mehmûd Mistefa ber bi goristana malbata wî ya li gundê Helincê ve û Elî Eqîle jî ber bi bajarê Minbicê ve hatin oxirkirin da ku li wir bêne veşartin.

(bb)

ANHA