Peyman û danazanên navneteweyî ji bo zimanê dayîkê çi dibêjin?

Li gorî belgeyan di peymanên navneteweyî de qanûnî tê nivîsandin ku netew dikarin zimanê xwe bi kar bînin û pê bixwînin.

Peyman û danazanên navneteweyî ji bo zimanê dayîkê çi dibêjin?
13 îlon, 2026   05:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwendekarên kurd ev bûye 14 sal bi zimanê kurdî dixwendin, biryara Wezareta Perwerdeyê qebûlnakin û di rêya çalakî û xwepêşandanan daxwaza xwe ya xwendina xwe bi zimanê kurdî berdewam bikin, tînin ziman.

Li gorî peyman û danezanên navneteweyî netew dikarin bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin.

Di madeya 5`emîn ji peymana UNESCO ya têkoşîna li dijî cûdakariya di perwerdeyê de (sala 1960) hatiye gotin ku li gorî polîtîka perwredeyê ya dewletê kêmnetew dikarin xebatên xwe yên perwerdeyê birêxistin bikin, zimanê xwe bi kar bînin û fêr bibin. Her wiha kêm netew dikarin fêrî zimanên dîtir jî bibin.

Di peymana navneteweyî ya li ser Mafên Sivîl û Siyasî (sala1966) madeya (27) hatiye gotin ku li dewletên kêmnetew, ol û zimanên cûda hebin nabe ku ji mafên xwe werin mehrûmkirin, ew dikarin çanda xwe bijîn, merasîmên xwe yên olî pêk bînin û zimanê xwe bi kar bînin.

Komîteya têkildar a mafên mirovan ev made numereya 23 a sala 1994`an analîz kir, di belgeyê de CCPR/C/21/Rev.1/Add. tê gotin ku mafê kêmnetewan di çarçoveya madeya 27`an de zimanê xwe bi kar bînin.

Her wiha di madeya 30`î ya peymana mafên mirovan a sala 1989`an hatiye gotin ku li dewletên kêm netew, ol û zimanên cûda hene nabe ku zarokên van kêmnetewan ji ziman, ol û mafên xwe werin mehrûmkirin. Li gorî vê peymanê mafên zarokan heye ku çanda xwe bijîn, merasîmên xwe yên olî pêk bînin û zimanê xwe bi kar bînin.

Di madeya 29`an a heman peymanê tê gotin ku divê rêz bidin nasnameya zarokan a çandî, ziman û nirxên wan.

Di danezana Neteweyên Yekbûyî (NY) (1992) madeya 4 de hatiye gotin kêmnetew dikarin fêrî zimanê xwe yê dayîkê bibin û pê perwerde bibînin.

Di madeya 13`emîn a peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Aborî, Civakî û Çandî tê gotin mafê her kesî heye ku fêr bibin û di madeya 15`emîn a peymanê de behsa jiyana çandî tê kirin.

Sîstema Mafên Mirovan a Navneteweyî behsa ziman dike û dibêje ew yek ji prensîbên wekhevî û cîdakarî nexistina navbera mirovan.

Ji bo perwerdeyê jî UNESCO di polîtîka xwe ya perwerde de girîngî dide pirrengiya ziman û bi taybet zimanê dayîkê.

Li gorî daneyên herî dawî yên UNESCO li cîhanê ji sedî 40 bi zimanê ku pê daxivin û dizanin, naxwînin û ev yek bandorê li ser zêdetirî çareyek milyar dike, li hinek dewletên xizan jî ev rêje digihîjê ji sedî 90`î.

Her wiha UNESCO di daneyên xwe de dibêje îro li cîhanê zêdetirî 7 hezar ziman hene lê perwerde tenê bi 351 zimanî tê dayîn.

Her wiha di daneyên UNESCO de bal dikşînin li ser encama perwerdeyê û bi zimanê perwerde pê tê dayîn didin girêdan. Li gorî wan daneyan zarokên dibistana seretayî ku bi zimanê li malê pê daxivin, dixwînin ji sedî 14 ji zarokên dîtir xwendina xwe fêm dikin. Mînak li Frensa rêje ji sedî 28`e Îran, Slovakya, Afrîkaya Başûr û Tirkiyeyê ji sedî 60`î derbas dike.

Xwendekarên dibistana navîn jî yên ku bi zimanê li malê pê daxivin, dixwînin ji sedî 40 ji xwendina xwe fêm dikin.

UNESCO di perspektîfên xwe yên ji bo perwerdeyê dibêje bila zarok ji zimanê ku pê daxivin û fêm dikin destbi xwendina xwe bikin, piştî ku mezin bibin dikarin fêrî zimanên dîtir bibin. Her wiha UNESCO girîngî dide pirrengiya ziman.

Peymanên navneteweyî ji bo perwerdeyê tenê yek meteryal diyar nakin û zimanê kêm netewan bi çend saetan sînordar nakin. Di peymanan de tê gotin ku divê nasnameya ziman were parastin, cûdakariya perwerde û ziman nebe, derfet bidin ku xwendekar bi zimanê dayîka xwe bixwînin.

(np)

ANHA