Xwendekarên Dêrikê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir

Xwendekarên li bajarê Dêrikê ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî xwepêşandan li dar xist, berê xwe da Gerînendetiya Herêma Dêrikê û daxwaz kir ku gerînendetî dengê wan bigihîne aliyên peywendîdar.

Xwendekarên Dêrikê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir
27 cotmeh, 2026   13:05
QAMIŞLO

Bi sedan xwendekarên li bajarê Dêrikê ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û tesbîtkirina zimanê kurdî wek zimanekî fermî di destûrê de, redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a têkildarî zimanê kurdî, xwepêşandan li dar xist.

Xwendekar li pêşiya avahiya Rêveberiya Dibistanan a li bajêr kom bûn û piştre berê xwe da Gerînendetiya Herêma Dêrikê.

Li gerînendetiyê, gerînendeyê herêma Dêrikê Şêro Şero hevdîtin bi wan re kir. Xwendekaran daxwaza dabînkirna mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê kurdî kir û dan zanîn ku ew biryara dayîna tenê 3 dersan di hefteyê de qebûl nakie, divê zimanê perwerdeyê zimanê dayikê yê xwendekaran be.

Şêro Şero da zanîn ku dê daxwazên wan bighînin aliyên peywendîdar, tişta ku dikeve ser milê wan ji bo doza perwerdeya bi zimanê kurdî, pêk bînin.

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmên ku pê daxwaza mafê xwe yê perwerdeya zimanê kurdî dikin bi dawî bû.

(sb)

ANHA