Komîteya Koçberên Girê Spî hişyarî da û banga hevrêziyê kir

Komîteya Koçberên Girê Spî bang li koçberan kir ku heta ku bi komîteyê re hevrêziyê nekin, venegerin malên xwe yên li Girê Spî da ku ewlehiya wan û vegera wan a birûmet misoger bibe.

Komîteya Koçberên Girê Spî hişyarî da û banga hevrêziyê kir
27 cotmeh, 2026   13:18
NAVENDAS NÛÇEYAN

Komîteya Koçberên Girê Spî îro daxuyaniyek weşand û ji koçberan xwest berî ku bi komîteyê re têkilî deynin û bi komîteyê re hevrêziyê bikin, bi niyeta vegerê neçin herêmê.

Komîteyê ji şêniyan xwest hişyar û berpirsiyar bin û baweriya xwe bi gotegot û nûçeyên piştrastnekirî neynin, an jî bersivê nedin bangên nefermî. Her wiha hişyarî da ku biryarên takekesî yên ku dikarin wan bi xetere yan binpêkirinan re rû bi rû bihêlin, nedin.

Komîteyê diyar kir ku ew pêvajoya vegerê dişopîne û bi rayedarên têkildar re di têkiliyê de ye da ku wê vegerê bi rêxistin bike û şert û mercên guncaw û hawîrdoreke ewle peyda bike, bi awayekî ku rûmet û mafên kesên vegeriyayî biparêze.

Komîteyê destnîşan kir ku ew ê agahî û geşedanên nû bi rêya kanalên xwe yên fermî parve bike. Komîteyê diyar kir ku ewlehiya koçberan û birêxistinkirina vegera wan berpirsiyariyeke hevpar e û ji bo têkiliyan û hevrêzkirinê ev hejmar destnîşan kir: +4915737754742.

(k)

ANHA