Xwendekar û mamoste daxwaza berfirehkirina perwerdeya bi zimanê kurdî kir

Li bajarê Hesekê xwendekar û mamoste daxwaz kir bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin û zimanê kurdî di destûrê Sûriyeyê de were qebûlkirin.  

Xwendekar û mamoste daxwaza berfirehkirina perwerdeya bi zimanê kurdî kir
14 îlon, 2026   02:35
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Derbare biryara Wezareta Perwerdeyê (27`ê tebaxê) xwendekar û mamoste helwestê xwe diyar kir û got: `Xwendekarên bi zimanê kurdî destbi dibistanê kir, ew nikarin bi zimanê erebî berdewam bikin.`

Xwendekar Îvara Omer got: "Xwendekarên bi zimanê kurdî dest pê kir, nikarin bi zimanê erebî xwendina xwe berdewam bikin."

Riweyda Ferhan jî got: "Em qebûlnakin ku zimanê kurdî bi 3`ê saetan sînordar bikin, ji mafê xwendekarên Kurd e ku xwendina xwe bi zimanê xwe yê dayîkê berdewam bikin. Ev bûye bi salan em bi zimanê kurdî dixwînin, ji me re zehmete em bi zimanê erebî berdewam bikin. Em ji hikûmeta veguhêz daxwaz dikin ku vê biryarê rawestînin û xwendekarên Kurd bi zimanê xwe yê dayîkê xwendina xwe dewam bikin. Meteryalên kurdî heyanî zanîngehê hene û mamosteyên kurdî jî hene, em dikarin bi kurdî bidomînin. Gelek şehîdan ji bo zimanê kurdî canê xwe feda kir û divê em xwedî li wan derkevin."

Mamosteyê kurdî Mihemed Haco axivî û got: "Li hemberî biryara zimanê kurdî tenê 3`ê saet bin bertek derketin û kesek qebûlnake, ev têrê nake ku zimanê kurdî were parastin û pêşxistin. Ez bang dikim ku li biryara xwe vegerin, di destûrê Sûriyeyî de zimanê kurdî were naskirin û xwendekar di dibistana seretayî, navîn, amadeyî û zanîngehê bi zimanê kurdî bixwîn in."

(np)

ANHA