Piştî ku hikûmeta veguhêz sotemenî biha kir..her tişt biha bû

Hikûmeta veguhêz 13`ê îlonê sotemenî biha kir, şêniyan anî ziman ku her tişt pêre biha bû û ew nikarin debara jiyana xwe bikin.

14 îlon, 2026   04:55
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Hikûmeta veguhêz duh (13 îlonê) sotemenî biha kir, benzîna 95 lîtreyek bi 195 lîreya Sûrî, benzîna 90 bi 185 lîre, mazot bi 175 lîre, gaza malan bi hezar û 600 lîre, gaza pîşesazî bi 2 hezar û 560 lîre û tonek ji sotemeniya xam (fiyûl) bi 52 hezar û 800 lîreyî ye.

Piştî bihabûna sotemeniyê êdî mazot li bazaran û bi taybet li bazara Qamişloyê nayê peydakirin. Benzînxaneyên Qamişloyê yên ku mazot li gel wan heye her erebeyek tenê 10 litir mazot difroşê wan û niha lîtreyek mazot bûye 22 hezar lîreya Sûrî ya kevn, li gel benzînxaneyan mazot nîne.

Di encama bihabûna sotemeniyê de kirya erebeyan biha bûye û tevgerkirin felc bû. Teksiyên ku li ser benzînê tevdigerin kirya wan ji 5 hezar heyanî 10 hezar lîre ye. Her wiha kirya rêya navbera bajaran de biha bûye, kirya rêya di navbera Qamişlo û Amûdê de gihîşte 40 hezar lîre, di navbera Qamişlo û Dirbêsiyê de bûye 60 hezar lîre û di navbera Qamişlo û Hesekê de bû 40 hezar.

Di roja yekem a bihabûna sotemeniyê de ajansa me li bazara bajarê Qamişlo geriya û li bihabûna madeyên xwarinê pirsî.

Kîloyek guştê ferûcan bi 34 hezar lîre, kîloyek şeker 10 hezar û 500, lîtreyek zeytê bi 28 hezar, kîloyeke birinc bi 12 hezar, kîloyek savar bi 12 hezar, 24 hêk bi 44 hezarî, kîloyek çayê bi 100 hezarî, destek nanê spî 6 hezar û kîloyek masî ji 20 hezar heyanî 50 hezarî.

Firoşkar û dikandaran anî ziman ku ew ê li gorî bihabûna sotemeniyê madeyên xwarinê bifroşin.

Derbare bihabûna veguheztinê ajoker ji ANHA`ê re axivîn

Ebdulcewad Şêx Hesen got: "Îro sotemenî biha bû û bihayê mazotê bandorê li ser zêdetirî 70 madeyê bike. Hikûmeta veguhêz rewşa gel nizane. Gel nizane rojane hilberîna petrolê li Sûriyeyê çi qase û gel bindest e. Heke hikûmet li gorî cîhanê sotemeniyê biha dike wê demê bila mûçeyan jî zêde bike, niha mûçeyê karmendan tenê 150 dolarê Amerîkî ye."

Zerdeşt Mehmûd Îbrahîm li ser xeta Dêrikê-Qamişloyê dixebitê got: "Îro mazot gelekî biha bû û ev yek bandorê li ser jiyana welatiyan dike. Bihayê nan bû 10 hezar lîre, kirya rê jî biha bûye û barê welatiyan giran bûye. Êdî em nema dikarin pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin, mirovên xizan dibin qurbanî û cih nîne bicine."

(np)

ANHA