Xwendekar, ciwan û şêniyên Zirganê daxwaza naskirina destûrî ya zimanê kurdî kir

Xwendekar, ciwan û şêniyên Zirganê di meşekê de daxwaza naskirina destûrî ya zimanê kurdî, perwerdeyê û parastina mafên wan ên çandî û zimanî bi destûrî kir.

 Xwendekar, ciwan û şêniyên Zirganê daxwaza naskirina destûrî ya zimanê kurdî kir
27 cotmeh, 2026   14:48
HESEKÊ

Li bajarê Zirganê xwendekar, endamên Tevgera Ciwanên Zirganê û şêniyên meşek li dar xist û daxwaza naskirina destûrî ya zimanê kurdî wek zimanekî fermî li Sûriyeyê kir. 

Di meşê de, xwendekarên bi navê Cîhan Nima û Riyad Ebdul Ezîz, daxuyaniyek bi kurdî û erebî xwend.

Di daxuyaniyê de daxwaza naskirina destûrî ya zimanê kurdî wek zimanekî fermî li Sûriyeyê, li kêleka zimanê erebî, hate kirin.

Her wiha daxwaza misogerkirina mafê welatiyên Kurd ên fêrbûna bi zimanê dayikê û bicihkirina wê di perwerdeyê de kirin.

 (k)

ANHA