Xwediyên mêşên hingiv dest bi derxistina hingiv dikin

Bi hatina payîzê re li herêma Cizîrê di nava xwediyê mêşên hingiv de tevgereke çalak tê dîtin, ew niha dest bi pêvajoya derxistina hingivê herêmî yên xwezayî dikin, pê re jî hêviyên xwe yên pêkanîna mijara xwetêrkirinê, piştgiriya aboriya civakî û male pêk tînin.

Xwediyên mêşên hingiv dest bi derxistina hingiv dikin
Xwediyên mêşên hingiv dest bi derxistina hingiv dikin
Xwediyên mêşên hingiv dest bi derxistina hingiv dikin
Xwediyên mêşên hingiv dest bi derxistina hingiv dikin
Xwediyên mêşên hingiv dest bi derxistina hingiv dikin
5 cotmeh, 2026   04:18
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Xwedîkirina mêşên hingiv yek ji jêderên herî kevin ên aborî û malê ne, şêniyên bajar û gundên li herêma Cizîrê her debara xwe jê kirine, di salên borî de xwedîkirina mêşên hingiv bûye projeyên biçûk yên ku li herêmê derdikevin pêş.

Pêvajoya derxistina hingiv bi awayeke hevkar, li gorî gelek qonaxan, bi makanîzmeyên xwedî hûrgiliyî ji bo misogerkirina rewşa mêşên hingiv û derxistina berhemeke baş a dawî pêk tê.

HINGIV SÛDEKE TENDURISTÎ Û PIŞTGIRIYEKE ABORÎ

Bijîşkê Veterîner Heval Yûsif ê ku mêşê hingiv xwedî dike, behsa sûda wê ya aborî û civakî kir û got: “Xwedîkirina mêşên hingiv yek ji jêderên esasî û domdar e, bi dehan malbatên li herêma Tirbespiyê berhemdayîna hingiv ji bo xwe wekî jêdereke debarê ya bi tenê dibînin.

Heval Yûsif dibêje ku hingivê ku derdikeve, bi taybet yên ji gulên bejahî, yansûn û şînkahiya xwezayî li zozanan, ji bo dermankirinê û xwarinê di nava xwe de dibe aliyeke girîng ji bo şêniyan, dihêle ku dûrî nexweşiyan bikevin.

SÛDEKE HERÎ BAŞ ÇAWA JI MÊŞÊN HINGIV TÊ GIRTIN?

Girîngiya şaneya mêşên hingiv tenê ji bo derxistina hingiv sînordar namîne, ew sûdê dide zêdekirina berhemdayîna çandiniyê û xwezayê bi giştî jî.

Mêşên hingiv ji bo dermankirina berhemên çandiniyê, sebze û mêweyan roleke sereke pêk tîne, ev yekser bandorê li bilindkirina qelîteya berheman dike.

Kesên ku mêşên hingiv xwedî dikin, ji berhemên xwedî nirxên herî bilind sûd digirin, di nav de madeyên ji bo çêkirina dermanên tibî û estetîkê heye, her wiha madeyên din ên ku bi buhayên herî bilind tên firotin.

(sb)

ANHA