Parêzer: Naskirina destûrî mafên zimanî û çandî garantî dike

Parêzer Elî Îskan bal kişand ser girîngiya bicihkirina mafên zimanî û çandî yên gelê Kurd di destûra bingehîn ya Sûriyeyê de.

Parêzer: Naskirina destûrî mafên zimanî û çandî garantî dike
5 cotmeh, 2026   03:26
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Di nav nîqaşên li ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û rola wê di parastina nasnameya çandî û zimanî de, her wiha daxwazên bicihkirina mafên ziman û çandî di destûra bingehîn ya Sûriyeyê de, bangên ji bo xurtkirina hebûna zimanê Kurdî di pêvajoya perwerdeya Sûriyeyê de berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de, parêzer Elî Îskan li ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê, statuya yasayî ya zimanê Kurdî û tedbîrên ku divê werin girtin ji bo misogerkirina mafên nifşên siberojê ji ajansa me re axivî.

Îskan got, "Bê guman, fêrbûna bi zimanê dayikê yek ji pêkhateyên herî girîng ên perwerdeya pîşeyî, ji ber bandora wê ya rastîn li ser ser zarokan jib o bidestxistina jêhatîyên zimanî û perwerdeyê."

Îskan behsa du aliyên sereke yên girîngiya fêrbûna zimanê dayikê kir: "Ji aliyê perwerdeyê ve, ew alîkariya xwendekar dike ku têgihîştinek berfirehtir a hemû materyalên perwerdeyê bi dest bixe, ji ber ku ew zimanê wan ê dayikê ye. Eger wiha bibe wê astengiyek zimanî tunebe  ku têgihîştina xwendekar asteng bike an jî ew hest bikin ku zimanê pê fêr dibin zimanekî xerîb e."

Îskan wiha zêde kir: "Ji hêla çandî ve, perwerdeya bi zimanê dayikê rewşa çandî ya zarok û hemû xwendekaran di hemû astên perwerdehiyê de zêde dike. Bê guman, fêrbûna bi zimanê dayikê gelek feydeyan ji bo pêşketina kesayetiya xwendekarek heye, bi taybet di qonaxên destpêkê de, ji ber ku ew hestek hebûn û serxwebûnê pêş dixe, di serî de ji ber ku ew bi zimanê xwe yê dayikê fêr dibin, ya duyemîn jî, tirsa têkçûnê ji holê radibe."

DESTÛR Û NASKIRINA ZIMANÊ KURDÎ

Derbarê qonaxa veguhêz a li Sûriyeyê de, Îskan destnîşan kir ku welat niha di bin siya Danezana Destûrî ya demkî de dixebite, di heman demê de li ser nivîsandina destûra bingehîn ya Sûriyeyê xebat tê kirin.

Îskan bal kişand ser girîngiya beşdarbûna kesayetên siyasî, pîşeyî û akademîk ên Kurd di komîteyên berpirsiyar ên nivîsandina destûrê de û destnîşan kir ku misogerkirina naskirina gelê Kurd û mafên wan di nav destûra binehîn de pir girîng e.

ZIMAN Û NASNAME

Îskan ziman wekî "dozeke stratejîk ji bo gelê Kurd" bi nav kir, ji ber ku zimanê dayikê nasnameya dîrokî û çandî ya gel e. Îskan diyar kir ku "Sûriye îro divê ya her kesî be û divê em ji bo vê armancê bixebitin. Divê Sûriyeyê dewletek sivîl be ku her kesî dihewîne, her kesî hembêz dike, ku her kes hîs bike ku ev welat a her kesî ye, ku tu cudahî, bêparhiştinek li ser mafên ti pêkhateyên resen ên Sûriyeyê tune be."

(k)

ANHA