Xeza, Sûriye û ewlekariya herêmî rojevên medyaya erebî ne

Rojname û dezgehên medyayê yên erebî li ser rewşa li Rojhilata Navîn, bi taybet şerê li Şerîda Xezayê, krîza Sûriyeyê û pirsgirêkên ewlehiya herêmî nivîsîn.

Xeza, Sûriye û ewlekariya herêmî rojevên medyaya erebî ne
3 tebax, 2026   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Şerq El Ewset cihekî girîng ji bo analîzkirina pêşketinên siyasî û dîplomatîk ên li herêmê veqetand û diyar kir ku qonaxa heyî çareseriyên siyasî li şûna vebijêrkên leşkerî hewce dike ku aramiya herêmî girêdayî vejandina kanalên diyalogê di navbera aliyên têkildar de ye.

Rojnameya El Xelîc a Îmaratê li ser ewlehiya herêmî nivîsî û diyar kir ku pirsgirêkên herêm pê re rû bi rû ye, hewceyî xurtkirina hevkariya erebî û herêmî ne. Rojnameyê aramiya siyasî bi aramiya bazar û enerjiyê ve girê da û diyar kir ku berdewamiya aloziyan dê bandorên aborî li ser sînorên herêmê bike.

Rojnameya El Bayan girîngiya destpêşxeriyên dîplomatîk û rola wan di pêşîgirtina li zêdebûna pevçûnan de destnîşan kir û nivîsî ku qonaxa heyî ji bo piştgiriya hewldanên kêmkirina aloziyê û çareserkirina krîzan bi rêbazên siyasî çalakiyeke navneteweyî ya bibandortir hewce dike.

Di çapemeniya Erebistana Siûdî de Okaz, El Riyad û El Yewm mijarên ewlehiya herêmî û têkiliyên Ereban nirxandin. Her wiha rojnameya El Raî bandorên aloziyan li ser ewlehî û aboriya herêmê nirxandin.

Li Urdunê, El Raî û El Gad li ser bandora krîzên herêmî li ser welatên cîran, bi pirsgirêkên Filistînê û Sûriyeyê, nivîsîn.

Rojnameyên Misirê, bi taybetî El Masrî El Yewm û El Şirûk, li serpêşketinên di rewşa herêmî de û bandorên wan ên li ser ewlehiya Ereban nivîsîn.

Nirxandineke li ser nivîs û analîzên medyaya erebî nîşan dide ku piraniya rojnameyan, tevî meylên xwe yên siyasî yên cuda, li ser komekr peyamên sereke li hev kiriye. Yek ji wan ku şerê li Xezayê hîn jî faktora sereke ya pêşketinên herêmî ye, krîza Sûriyeyê hîn jî beşeke hevkêşeya aramiya Rojhilata Navîn e û çareseriyên dîplomatîk û diyaloga siyasî vebijêrka herî guncaw e ji bo pêşîgirtina li zêdebûna pevçûnê.

(k)

ANHA