Trump: Muzakerên DYA û Îranê didomin

Serokê Amerîkayê ragihand ku wê navbera Washington û Tehranê tûreke nû ya muzakereyê destpê bike.

Trump: Muzakerên DYA û Îranê didomin
3 tebax, 2026   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku wê navbera DYA û Îranê roja duşemê tûreke nû ya muzakereyê destpê bike. Trump di balafira xwe ya Air Force One de ji rojnamevanan re axivî û got, hevdîtin wê ji bo bidawîkirina şer û bicihanîna çareseriyeke mayînde were kirin.

Trump diyar kir ku Îran êrîşeke muhtemel naxwaze û got, “Niha em bi wan re muzakereyê dikin. Ev pêvajo wê sibe piştî nîvro destpê bike.”

Serokê DYA’yê berê ragihandibû ku eger di nava demek kurt de peymanek were çêkirin, wê êrîşên li ser Îranê rawestîne.

Parlamenterekî Îranî jî piştrast kir ku ji bo “Peymana Îslamabad” a bi rêya Pakistanê tê amadekirin, car din bikeve meriyetê hewldan tên kirin.

Prensê Siûdî Erebistan Muhammed bin Selman jî bang li Trump kiribû ku rêya diyalogê tercih bike.