Xercên destûrnameyên avakirinê li Reqayê zêde bû, gel ne razî ye

Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê xercên zêde avêtin ser destûrnameyên avakirinê, vê yekê nerazîbûn û tirs di nava gel de çêkir.

Xercên destûrnameyên avakirinê li Reqayê zêde bû, gel ne razî ye
26 nîsan, 2026   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryara ferzkirina xercan li ser destûnameyê avakirinê li bajarê Reqayê yê Sûriyeyê bû sema nerazîbûn û xwepêşandanên gel. Şênî hikûmeta demkî tewanbar dikn ku pereyên zêde ferz dike ku ev yek hewldanên ji nû ve avakirinê li bajêr asteng dike.

Li gorî çavkaniyên şênî dibêjin ku ev xercên ferzkirî "ne gengaz" in, lêçûna derxistina destûra avakirina malan gihîştiye nêzîkî 24 hezar dolaran

Her wiha xerca destûra avakirina avahiyeke bazirganî li ser qadeke 450 metreçargoşe gihîştiye nêzîkî 67 hezar dolaran.

Berî çend meha, di dema Rêveberiya Xweser de lêçûna destûra bazirganî ji bo heman herêmê nêzîkî 500 dolar(13 hezar lîreyên Sûriyeyî ji bo her metreçargoşe) bû. Her wiha, lêçûna destûra avakirina malan 10 hezar lîreyên Sûryeyî ji bo her metreçargoşeyekê bû, ev tê vê wateyê ku hikûmeta demkî xerc bi qasî 134 qatan zêdetir kir.

Endezyarekî ku li bajêr dijî û me pê re têkilî danî, diyar kir ev hijmara xercan ras e, û hişyarî da ku di demên pêş de dê avakirin li taxan kêm bibe, û di encamê de wê bihayê xaniyan pir bilind bibe.

Ev yek dê rê li ber çêbûna wargehên nefermî veke ji ber ku xelk êdî nikareke xaniyekî ava bikin.

(k)