Li Helebê bendavek hilweşiya: Erdên çandiniyê bin av bûn

Bendava Sîha ya axî ya li gundewarê başûrê Helebê hilweşiya û erdên çandiniyê bin av bûn.

Li Helebê bendavek hilweşiya: Erdên çandiniyê bin av bûn
26 nîsan, 2026   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih ji gundewarê başûrê Helebê ragihandine, bendava Sîha ya axî hilweşiya. Di encamê de erdên çandiniyê û geliyên derdorê bi nav bûn.

Şêniyan diyar kir ku tîmên rewşên awarte bi amûrên besît dest bi girtina herîka ava bendavê kirine û rêya herkînê diguherin da ku rê li ber ketina avê ya nava zeviyên çandiniyê û milkên şêniyan bigirin. Lê heya niha encamên tên xwestin bi ser neketine.

Li gorî agahiyên pêşîn, îhtîmal heye ku zeviyên genim û sebzeyan bin av bibin û torên avdanê bi zerar bibin. Ev jî dê bandoreke neyinî li berhemên çandiniyê bike.

Ji salan ve avahîsaziya bendava axî ya Sîhayê ji rewşên hewayî û baranê qelis bûne û xebatên serereastkirinê kêm e.

(bb)