Xelkê Til Koçer: Li dijî dagirkeran em ê xaka xwe biparêzin

Pêkhateyên bajarê Til Koçerê yê kantona Cizîrê berxwedana dîrokî ya QSDˋê û YPJˋê ya li dijî dagirkeran silav kir û got, "Em ê xak û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin û bersivê bidin planên dagirkeran."

Xelkê Til Koçer: Li dijî dagirkeran em ê xaka xwe biparêzin
19 ÇILE, 2025   06:56
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine. Li beramber wan êrişan Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û welatiyên li Bendava Tişrînê li dijî van êrişan parastina bendavê dikin, berxwedaneke dîrokî raber dikin.

Têkildarî mijarê, xelkê bajarê Til Koçerê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev berxwedana dîrokî silav kir.

Welatiyê bi navê Salim Hemîd axivî û got: "Di nava QSDˋê de zarokên ji tevahî pêkhateyên herêmê hene. Armanca wê ya sereke îstîqrara herêmê li hember gef û hewldanên têkbirina ewlehiyê biparêzin, her wiha yekitiya xak û jiyana hevbeş a di nava pêkhateyan de biparêzin. QSDˋê hêza yekane ye ku ji ber cîhanê ve şerê terorê kir."

Hemîd wiha domand: "Em di şerê Kobanê de bi ser ketin û em ê di şerê Bendava Tişrînê de jî bi ser bikevin. Em ê li kêlek zarokên xwe yên şervan ên li eniyên şer heta dawiyê bisekinin."

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Mihemed Xelef piştgirî da berxwedana dîrokî ya QSDˋê û YPJˋê û got: "Ne ji van hêzan bûya wê aloziya li Sûriyeyê derbasî herêmên me jî bûna. Ji ber ku dewleta Tirk û çeteyên wê hewl didin bi rêya şerê taybet û fitneyê îstîqrara herêmê têk bibin."

Xelef wiha domand. "Pêkhateyên herêmê ev berxwedan bi hev re dest pê kirin û wê heta gihîştina bejahiya ewlehiyê projeya xwe bi hev re biparêzin."

Her wiha welatiya bi navê Nesrîn Hesen jî axivî û got: "YPJˋê û QSDˋê hêza ku ji tevahî pêkhateyên herêmê hatiye avakirin ku berevaniya çand û nasnameya herêmê bike. Ne ji wan bûya wê dewleta Tirk a dagirker projeya xwe li Sûriyeyê pêk bianiya û xewna xwe ya vegerandina Osmaniyê pêk bianiya."

Nesrîn wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji bo parastina herêmên xwe û destkeftiyên xwe ji êrişên dagirkeran em ê li kêlek zarokên xwe yên şervan bin."

(fr)

ANHA