Detayên êrişa dijî ambulansa birîndarên Tişrînê

Heyva Sor a Kurd diyar kir ku dema ku endamên wê birîndar ji Bendava Tişrînê radikirin, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ambulansa wê hedef girt, lê ajokar û hemşîreyê karîn birîndar rizgar bikirana.

Detayên êrişa dijî ambulansa birîndarên Tişrînê
18 ÇILE, 2025   22:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker beriya çend saetan ambulansa Heyva Sor a Kurd ku tê de birîndarên êrişa Bendava Tişrînê hebûn, li ser rêya Tebqayê, bombebaran kiribû.

Heyva Sor a Kurd der barê detayên êrişa balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî ambulansa birîndaran li ser rêya Tebqa de daxuyaniyek.

Daxuyaniya Heyva Sor a Kurd wiha ye:

"Îro di dema veguhestina birîndarekî ji herêma Bendava Tişrînê de, yek ji ambûlansên Heyva Sor a Kurd bi awayekî rasterast bû hedefa balafireke bêmirov a dewleta Tirk. Lê tiştê baş tîma ku ji ajoker û hemşîreyekê pêk dihat karîbû birîndarê xwe veguhêze û ji otombêlê dûr bikevin û bigihînin nexweşxaneyê. Lê careke din embulans hat hedefgirtin û hat rûxandin.

 Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk û komên girêdayî wê ambulansên bi logoyên Xaça Sor û Heyva Sor ên Navnetewî hedef digirin. Di 10ˋê Kanûna 2024ˋan de, di dema karmendekî me (ajokarê ambulansê) birîndarek radikr, rastî êrişê hat û jiyana xwe ji dest da.

Her wiha 2 xebatkarên tenduristiyê jî di dema veguhestina birîndaran de şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Li gorî mafên mirovan ên navneteweyî, hedefgirtina birîndar, ambûlans û sivîlan sûcekî şer ê eşkere ye. Lê dewleta Tirk û komên girêdayî wê ji destpêka hedefgirtina Minbicê û herêmê û gundewarê wê yê rojhilat ve li ber çavên cîhanê van sûcan pêk tînin.

Em weke Rêxistina Heyva Sor a Kurd bi tundî van binpêkirinên ku xebatên mirovî dikin hedef şermezar dikin û em bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van kiryaran şermezar dikin binpêkirinên ku li dijî prensîbên mirovî û navneteweyî yên ku em li gorî wan dixebitin."

(fr)