Xelkê Tebqayê salvegera 7'emîn a rizgarkirina bajêr pîroz kir

Bi boneya salvegera 7'emîn a rizgarkirina Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê, îro Navenda Çand û Hunerê bi dirûşma "Bi pêkanîna peymana civakî nirxên neteweya demokratîk tên xurtkirin û destkeftî têne parastin" şahiyek li dar xist.

10 gulan, 2024   23:05
TEBQA

Di şahiyê de bi sedan şênî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, tevgerên jinan, tevgerên ciwanan, rûspî û serokeşîr beşdar bûn.

Di serî de endamê Navenda Çand û Hunerê ya kantonê Amir Enad bixêrhatina beşdaran kir.

Piştre bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê hevserokê Meclisa Rêveber Ehmed El Omer salvegera 7'emîn a rizgarkirina Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê li hemû gelên kantonê pîroz kir.

El Omer diyar kir ku Tebqa bi saya îradeya gelan û fedakariya şehîdan hat rizgarkirin. Her wiha soza şopandina fikrê neteweya demokratîk, rûniştandina nirxên Hevpeymana Civakî û belavkirina wê li dewletên ku bi projeya herêmê bawer dikin, da.

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fehid El Murhef rola ciwanan di rizgarkirina Tebqayê de anî ziman û teqezî bi hevgirtina gelan ji bo têkbirina dagirkeran, avakirina civakeke demokratîk û bidawîkirina hişmendiya desthilatdar û kapîtalîst, da.

Her wiha, rêveberê Nivîsgeha Erka Xweparastinê ya kantonê Heqî Elî soza parastina destkeftiyan û şopandina fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji bo rizgarkirina gelên bindest û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, nû kir.

Piştre hunermend Melik El Yetîm ji Reqayê, Yasmîn Kûşan ji Helebê, Ehmed El Omer ji Reqayê, Raman Mihemed ji Tebqayê û Mueyed Şiwêş ji Cizîrê stranên bi zimanên Kurdî û Erebî pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

(mh)

ANHA