Dagirkeran li Minbicê zeviyên çandiniyê şewitandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyên çandiniyê yên gundên rojavayê Minbicê şewitandin.

Dagirkeran li Minbicê zeviyên çandiniyê şewitandin
11 gulan, 2024   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêş Tirk a dagirker û çeteyên wê agir ji bi zeviyên çandiniyê yên gundên rojavayê kantona Minbicê xistin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa dagirker û çeteyên wê ji saet 02.00’an ê vê sibehê heta 05.00’an agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên El Ulşlî  heta gundê El Bugaz ên rojavayê kantona Minbicê xistine. Hate gotin, ev jî bû sedem ku agir pêl bibe û li piraniya zeviyên çandiniyê belav bibe û agirekî mezin li pey xwe hişt.

(bb)

ANHA