Çalakiya greva birçîbûnê ya Hesekê bi dawî bû

Xelkê Hesekê bang li tevahî gelan kir ku bi rêya rêxisitnkirina çalakî û pêngan têkoşînê bilind bikin, da ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bişikînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hesekê bi dawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hesekê bi dawî bû
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hesekê bi dawî bû
21 kanûn, 2023   18:00
HESEKÊ

Çalakiyên gireva birçîbûnê yên bi armanca piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê yên li girtîgehên dewleta Tirk ên li Tirkiyeyê bi dawî bûn. Ew çalakî di çarçoveya pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan de bi dema 2 rojan hate lidarxistin.

Di çalakiya roja duyemîn de bi sedan xelk, endamên saziyên sivîl û leşkerî, TEV-DEM′ê, endamên saziyên sivîl ên li navçeyên başûr û bakur ên bajêr beşdar bûn.

Çalakî bi daxuyaniyekê ji hêla hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya TEV-DEM′ê Ferhan Dawûd ve bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji dema komploya navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye û heta roja îro ve dewleta Tirk a dagirker tevahî rêbazên hovane li dijî rêberê mirovahiyê û tevahî gelên xwe dispêrin felsefeya azadiyê pêk tîne.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ruxmî tevahî hewldanên dewleta Tirk a dagirker û şerê li dijî fikrên Rêber Abdullah Ocalan, lê vîna Rêbertî di belavkirina îdeolojiya fikrên rizgariyê de lawaz nebû, ji wê zêdetir li tevahî cîhanê belav bûn.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, qedexeya hevdîtina wî bi parêzer û malbatê re li cem gelên li 4 parçeyên Kurdistanê metirsiyan çêdike. Dê di oxira pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de têkoşîn bi rêya çalakî û pêngavan bê bilindkirin.

(fr)

ANHA