Xelkê Tebqa: Em ê bi hevgirtinê planan têk bibin

Xelkê Tebqayê got ew ê bi fikra Şoreşa 19′ê Tîrmehê û hevgirtinê serkeftinê qezenc bikin û Sûriyeyeke pirrengî nenavendî ji tevahî sûriyeyiyan re ava bikin û tevahî rejîmên hewl dide derbeyê li ewlehî û îstîqrara herêmê bidin têk bibin.

Xelkê Tebqa: Em ê bi hevgirtinê planan têk bibin
Xelkê Tebqa: Em ê bi hevgirtinê planan têk bibin
Xelkê Tebqa: Em ê bi hevgirtinê planan têk bibin
Xelkê Tebqa: Em ê bi hevgirtinê planan têk bibin
Xelkê Tebqa: Em ê bi hevgirtinê planan têk bibin
Xelkê Tebqa: Em ê bi hevgirtinê planan têk bibin
Xelkê Tebqa: Em ê bi hevgirtinê planan têk bibin
Xelkê Tebqa: Em ê bi hevgirtinê planan têk bibin
Xelkê Tebqa: Em ê bi hevgirtinê planan têk bibin
Xelkê Tebqa: Em ê bi hevgirtinê planan têk bibin
Xelkê Tebqa: Em ê bi hevgirtinê planan têk bibin
12 mijdar, 2023   18:07
TEBQA

Meclisa Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê der barê pêşdeçûnên siyasî yên dawî li asta cîhanê û herêmê civîneke girseyî ji gel re li dar xist.

Di civînê de, xelkê Tebqa, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, siyasetmedar, rewşenbîr, tevgerên jin, ciwan, nivîsgeh û komîteyên girêdayî wê, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, rûspî û şêxên eşîran û olan beşdar bûn. Civîn li dika Şehîd Musenfa Ebdulkerîm a Navenda Çand û Hunerê hate lidarxistin.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Xelef bixêrhatina beşdaran kir.

Di civînê de li ser gelek mijarên siyasî yên li herêmê, êrişên dewleta Tirk û binpêkirinên li dijî xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hewldanên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de, têkbirina ewlehî û îstîqrarê bi rêya komên terorîst ên bi piştgiriya dewleta Tirk û hikumeta Şamê ku projeya Rêveberiya Xweser bi bin bikeve û berjewendiyên derve li herêmê pêk were, hatin nîqaşkirin.

Endamê Meclisa Gişt ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Mezlûm Yûsif pêşdeçûnên dawîn ên siyasî nirxandin û wiha got: "Em di gelek krîzan re derbas bûn, bi sedema rewşên heyî koçberî zêde bû. Li beramber wê jî gelê Sûriyeyê têkoşîna xwe li hember siyaset û rejîmên kapîtalîst dewam kir."

Yûsif wiha domand: "Bi saya projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, me gel ji bindestî û zulma rejîmên kapîtalîst hate rizgarkirin, mafên nêrînê hate dayîn, jin hatin rizgarkirin û beşdarî tevahî aliyên jiyanê bûn."

Yûsif diyar kir ku îro û piştî serkeftina vê projeyê hîna dewletên ji vê projeyê metirsîdar in şerê xelkê herêmê dikin, şerê taybet mîna hişbir, koçberiyê dimeşînin, da ku vê projeyê têk bibin û rejîmên xwe yên kapîtalîst biparêzin.

 Yûsiv wiha dawî Ii gotina xwe anî: "Ger em êrişên dewleta dagirker pêk tîne û êrişa li dijî derçûna dewreya serbazan li Humisê pêk hatiye şîrove bikin, em ê bibînin girêdaneke xurt di navbera wan de heye ku armancên xwe yên firehbûne pêk pêk bînin û çareseriyeke siyasî ya aştiyane pêk neyê. Li kêlek wê jî lihevkirinên der barê Xezayê de pêk hatine, ji lihevkirinên bo parastina gelê Filistînê hatine kirin cuda ye, ji ber ku me dît di şerê heyeî de gelek welatiyên filistînî jiyana xwe ji dest da."

Li aliyekî din jî serokê Meclisa Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Ehmed El Xelef wiha got: "Piştî bidawîbûna Peymana Lozanê dê dewlet hincetan çêkin, da ku destwerdanê li dewletan bikin, şerê pêk bînin, fitneyê di nava mezheb, eşîr û tevahî pêkhateyan de derxin."

El Xelef wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya derbekirina ewlehî û îstîqrara herêmê, koçberkirina şêniyan û pêkanîna komkujiyan herêmên din dagir bike. Lê li hember vê yekê QSD′ê bi piştgiriya tevahî pêkhateyên herêmê bersiva hewldanên têkbirina ewlehî û îstîqrarê li Dêrazorê dide. Ji wan kesên hewl didin îstîqrarê têk bibin, dewleta Tirk, Îran û hikumeta Şamê ne."

Endama Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Hind El Elî jî têkildarî sekna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî terorê û timayên dewleta Tirk a dagirker axivî û got: "Em ê bi hevgirtin û fikra Şoreşa 19′ê Tîrmehê serkeftinê misoger bikin û têkoşîna xwe em ê bigihînin Sûriyeyeke pirrengî nenavendî."

Li aliyekî din jî berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Şeza El Elî behsa rola ciwanan di parastina xak û gelan de û derxistina hêzên hegemonîk ên hewl didin ewlehiya herêmê derbe bikin û projeya neteweya demokratîk têk bibin, kir.

Şeza wiha got: "Bi saya fikira Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna ciwan û jinan ên ku dara piştê ya projeya neteweya demokratîk in, em ê di berxwedan û têkoşînê de dewam bikin, çalakiyên xwe yên bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, rizgarkirina xaka Sûriyeyê û derkirina dagirkerên hewl didin xaka Sûriyeyê dagir bikin, xurt bikin."

Di dawiyê de beşdaran nîqaş kir û got divê ji bo xwegihandina civakeke demokratîk û azad pêwîstî bi xebatê heye, projeya Rêveberiya Xweser li tevahî cîhanê pêk were û xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî planan hevgirtî bin.

(fr)

ANHA