′Li hundir û li pêş Nexweşxaneya Şîfa ya Xezayê cenaze kom bûne′

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku Nexweşxaneya El Qudis a li Xezayê ji xizmetê derket, her wiha berdevkê tenduristiyê anî ziman ku li Nexweşxaneya Şîfa cenaze li ser hev kom bûne.

′Li hundir û li pêş Nexweşxaneya Şîfa ya Xezayê cenaze kom bûne′
12 mijdar, 2023   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref El Qudre ji ajansa Enbaa El Alem a El Arebî re got Nexweşxaneya Şîfa ya li bakurê Xezayê nikare tu xizetmguzriyekê pêşkêş bike, ji ber ku hemû derfetên neman, kehrebe qut bû û ji hêla tankên Îsraîlê ve hate dorpêşkirin.

El Qudre diyar kir ku rewşa li derdora nexweşxaneyê′qada şer e′ û got rewşa nexweş dijîn nayê wesifkirin û cenaze hem li hundir hem jî li derveyê nexweşxaneyê kom bûne û kesek tune wan veşêre.

(fr)