Li Reqayê di êrişa DAIŞ’ê de 2 kes mirin
Çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya Zemle-Asreya ya rojhilatê Reqayê ya di bin serweriya hikumeta Şamê de êrişî tankerên petrolê kir. Di êrişê de 2 kes mirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li ser rêya Zemle -Asreya ya li rojhilatê Reqayê ku di bin serweriya hikumeta Şamê de ye êriş bire ser tankerên petrolê yên hikumeta Şamê kir.
Li gorî SOHR`ê di encamê de 2 ajokarên tankerê mirin û çyek din birîndar bû.
(şx)