Siyasetmedarê Suryan: Tayînkirin navendperestiyê ji nû ve çêdike

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Suryan Robel Beho destnîşan kir ku tayînkirina nûnerên parlamentoyê pirrengiyê nîşan nade, lê navendperestiyeke hişk a rejîma Baasê ji nû ve çêdike.

Siyasetmedarê Suryan: Tayînkirin navendperestiyê ji nû ve çêdike
5 hezîran, 2026   06:45
QMIŞLO
CAN ELEWÎ

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Suryan Robel Beho têkildarî tayînkirina nûnerên parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) yên parêzgeha Hesekê ku 24‘ê Gulanê pêk hatibû, axivî. 

Robel Beho got: "Hilbijartinên ku vê dawiyê pêk hatin, tayînkirin bûn. Desteya hilbijartinê jî bi awayekî ku ji bo pêkhateyên herêmî û pirrengiya li Hesekê ne guncaw bû hat diyarkirin. Tê zanîn li Hesekê Kurd, Suryan, Ermen û pêkhateyên din hene, lê di parlamentoya Sûriyeyê de kêmasiyeke mezin a temsîlkirina van pêkhateyan hebû."

Robel Beho anî ziman ku navendperestiya hişk a li îro li Şamê dişibihe rejîma Baasê û ev li gotinên xwe zêde kir: "Rejîma berê tevî ku xirab bû jî, lê nûnerên gelê Suyran-Asur tevî ku ne rasteqîn bû di parlamentoyê de diyar kir. Lê îro beşdariya Suryanan di parlamentoyê de bi temamî ji holê hatiye rakirin."

Beho di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku lihevhatine nîştimanî di vê qonaxê de gelekî girîng e, divê pirrengiya neteweyî an olî ya li Sûriyeyê li ber çavan were girtin, her wiha anî ziman ku divê nûnertiya rasteqîn a van pêkhateyên di parlamentoyê de hebe, divê li dengên wan guhdarkirin û mafên wan werin garantîkirin, divê bermahiyên berê yên ku gelê Sûriyeyê ji ber wan êş kişandine, ji holê werin rakirin.

Beho anî ziman ku divê mekanîzmeya hilbijartinan li ber çavan were girtin û got: "Di parlamentoyek hebe ku ji gelek odeyan pêk were da ku pêkhate li gorî tê xwestin nûnertiya xwe bikin. Bi vê şêwazî li daxwazên pêkhateyên Sûriyeyê, bi taybetî gelê Suryan-Asurî bi awayekî rasteqîn werin guhdarkirin. Lê heya niha ji bilî dengekî tu roleke vî gelî di parlamentoya Sûriyeyê de nîn e. Ev neheqiyeke mezin e li hember Suryanên li Sûriyeyê.”

Robel Beho destnîşan kir ku divê rêbazên rejîma Baasê yên li dijî pêkhateyan werin rawestînin û li sedemên rabûna şoreşa Sûriyeyê (2011) werin mêzekirin û wiha domand: “Divê ev rêbaz neyên dûbarekirin, divê çareseriyeke rasteqîn ji daxwazên pêkhateyan re werin dîtin, divê pêkhate cihên xwe di postên hikumetê de bigirin û di saziyên nîştimanî yên serdestî û xwecih de avakarên biryaran bin. Divê bi awayekî cidî li ser sedemên aloziyê were sekinandin û çareseriyên dirust werin dîtin.”

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Suryan Robel Beho di dawiya axaftina xwe de got: "Gelê Suryan-Asur gelekî resen li Sûriyeyê û dîroka wê li herêmê ji hezarên salan ve ye. Divê rewşa gelê me were lêkolînnkirin û bi awayekî dirust li dengê wê were guherdarkirin. Divê nûnertiya hemû pêkhateyan hem di hilbijartinan de û hem ji di diyarkirina kursiyan di parlamentoyê de rasteqîn be. Ji bo tenduristî û silametiya Sûriyeyê û ji bo pêşxistina wê divê ev daxwaz werin bicihanîn."

(bb)