Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê alavên tibî radestî Nexweşxaneya Hecînê kirin

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê amûr û alavên tibî radestî Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê ya li rojhilatê Dêrazorê kir, da ku derfetên beşên nexweşxaneyên û xizmetguzariyên ji nexweşan re werin başkirin.

Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê alavên tibî radestî Nexweşxaneya Hecînê kirin
5 mijdar, 2023   18:32
DÊRAZOR
ELAA EL XELEF

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Rojhilatê Dêrazorê amûrên tibî (amûra analîza elektrolît, amûrek hematolojiyê, amûrek kîmya otomatîk, amûrek masajê û amûreke alarmê ya kehrebeyî( radestî Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê kirin.

Der barê mijarê de cîgirê hevserokatiya Kar û Barên Tibî li Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê ya Rojhilatê Dêrazorê Mehmûd El Subhî axivî û got ji van alavan alên laboratuwarê ne û hin serûmên dûpişkê û maran hene. El Subhî diyar kir ku di nexweşxaneyê de alavên din jî di van beşan de hene; radyolojî, alava perçekirina kevirên gurçikan, destwerdana lezgîn û zarokan.

Li gorî El Subhî, nexweşxane alîkariya erdnîgariyeke fireh dike û pêdiviya wê bi alava scanek CT, alava echo ya doppler, klînîkek dil a pispor û inkubatorên pitikan heye.

El Subhî di dawiyê de wiha got: "Pêdiviya nexweşxaneyê bi odeyeke emeliyatan a ji tevahî amadekariyên wê yên nûjdariya giştî heye.

(fr)

ANHA