Xelkê Reqayê li dijî êrişên dagirkeriyê rabûn

Bi sedan xelkê Reqayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xist û got ew ê heta rizgarkirina xaka dagirkirî têkoşînê bilind bikin.

Xelkê Reqayê li dijî êrişên dagirkeriyê rabûn
Xelkê Reqayê li dijî êrişên dagirkeriyê rabûn
Xelkê Reqayê li dijî êrişên dagirkeriyê rabûn
Xelkê Reqayê li dijî êrişên dagirkeriyê rabûn
Xelkê Reqayê li dijî êrişên dagirkeriyê rabûn
Xelkê Reqayê li dijî êrişên dagirkeriyê rabûn
28 kanûn, 2023   16:54
REQA

Bi sedan xelk, nûnerên Rêvebeirya Xweseriya Demokratîk, endamên rêxistinên civaka sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, rûspiyên eşîran û partiyên siaysî beşdarî meşa şermezarkirina êrişên dagirkeriyê bûn.

Meş ji pêş pira kevn a li Reqayê ber bi Qada Jin ve dest pê kir. Li wir li ser navê xelkê Reqayê hevseroka Desteya Firnan Xedîm Îbrahîm daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ew wek xelkê Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, koçberiya bi darê zorê û guhartina demografîk şermezar dikin, her wiha êrişên dagirkeriyê vîna gelê xwe dispêre fikrên Rêber Abdullah Ocalan têk nabin.

Li ser navê jinên Reqayê endama Meclisa Gel a Xeta Rojhilat a bajêr Elya Silêman daxuyaniyek xwend û bêdengiya rêxistinên hiqûqî û navneteweyî li hember van êrişên hovane şermezar kirû got bêdengiya wan nîşaneya hevkariya sûcan e.

Di dawiya daxuyaniyê de hate got dê têkoşîna xwe bi hêzên xwe re heta rizgarkirina xaka dagirkirî dewam bikin.

(fr)

ANHA