Dagirker gundên rojhilatê Babê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji danê nîvro ve gundên rojhilatê Babê topbaran dikin.

Dagirker gundên rojhilatê Babê topbaran dike
28 kanûn, 2023   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Babê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ′Mertala Firatê′ ji baregeha Şêx Nasir ve gundên rojhilatê Babê topbaran dikin.

Topbaran bi hawin û obusan ji danê nîvro heta niha dewam dike û nêzî 67 gule hatine avêtin.

Dagirkerî bi awayekî ketober û dijwar gundên Kawiklî, Qirtwêran, Korhiyok, Til Torîn û Hemra yên li rojhilatê Babê topbaran dikin.

(fr)