Xelkê Reqayê 3 cangorî spartin axê

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên Xelef El Ebid û şervanên Hêzên Xweparastinê Xalid Hisên El Ehmed û Îsamîl Mihemed El Ubêd li Reqayê bi merasîmeke biheybet hatin oxirkirin.

Xelkê Reqayê 3 cangorî spartin axê
Xelkê Reqayê 3 cangorî spartin axê
Xelkê Reqayê 3 cangorî spartin axê
Xelkê Reqayê 3 cangorî spartin axê
Xelkê Reqayê 3 cangorî spartin axê
Xelkê Reqayê 3 cangorî spartin axê
Xelkê Reqayê 3 cangorî spartin axê
Xelkê Reqayê 3 cangorî spartin axê
Xelkê Reqayê 3 cangorî spartin axê
Xelkê Reqayê 3 cangorî spartin axê
Xelkê Reqayê 3 cangorî spartin axê
Xelkê Reqayê 3 cangorî spartin axê
27 îlon, 2025   14:40
REQA

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên Xelef El Ebid 26’ê Îlonê dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bû, şervanên Hêzên Xweparastinê Xalid Hisên El Ehmed û Îsamîl Mihemed El Ubêd jî di heman dîrokê de di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûbûn, îro bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarokê Hikumiyê yê kantona Reqayê hatin oxirkirin.

Bi sedan şêniyên kantonê, endamên saziyên sivîl, meclisên leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê û torana leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Şêx axivî û got: "Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan em bejna xwe li hemberî fedakariyên şehîdên me yên leheng ên ku ji bo parastina ewlehiya welat canê xwe dane, ditewînin. Şehîdên me meşaleya rêya me ronî dikin e."

El Şêx diyar kir ku bêyî berdêlan welat ava nabin û got: "Dema em behsa şehadetê dikin em behsa oxira beden nakin. Şehîd di dil û wijdanên gelê xwe zindî ne. Soza me jî ew e ku em dê heya serkeftinê meşa wan a têkoşînê bidomînin."

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Ebdullah Ebû Xemîs jî anî ziman ku wê xwîna şehîdan vala neçe. Xemîs soza domandina xeta şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê da.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk-Şaxê Reqayê Şêx Hisên El Elî jî bal kişand ser nirxên şehadetê di ola îslamê de û got: “Em li pêşiya karwanê bi heybet ê şehîdên me yên leheng sekinîne. Şehîdan ji bo ewlehî û aştiyê canê xwe feda kirine. Di axîretê de cihên wan cineta bilind e."

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên "Bi can, bi xwîn em bi te re ne şehîd" hatin veşartin.

(bb)

ANHA