Kongreya Îslama Demokratîk: Ol faktora yekitiyê ye, ne ya cudakariyê

Kongreya Îslama Demokratîk diyar kir ku nêrîneke nûjen a olî pêşkêş dike ku xwe dispêre jiyana hevbeş û diyar kir ku ol faktora yekitiyê ye, ne ya cudakariyê ye.

27 îlon, 2025   14:12
QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk bi armanca şîrovekirina nêrîna xwe ya siyasî û olî li hember siberoja Sûriyeyê, civînek li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Rimêlan a kantona Cizîrê li dar xist. Bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl beşdarî civînê bûn.

Serokê Hevgirtina Al El Beyet a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêx Sînan Seydûş axivî û diyar kir ku Kongreya Îslama Demokratîk projeyeke nîştimanî ya li ser esasê edalet û wekheviyê pêşkêş dike û hemû cûreyên despotîzmê red dike.

Sînan Seydûş da zanîn ku kongre nêrîneke nûjen a olî ya li ser bingehên jiyana hevbeş û bicihanîna pêdiviyên civaka Sûriyeyê ya dûrî hewldanên polîtîzekirin û serdestiyê pêşkêş dike Her wiha îşaret pê kir ku ol faktora yekitiyê ye, ne ya cudekariyê ye.

Seydûş da zanîn ku armanca kongreyê pêşxistina rêgeza beşdariya tevahî beşên civakê di diyarkirina biryarên çarenûsî ye û li dijî projeyên desthilatdarî û dûrxistina alternatîfeke demokratîk peyda dike.

Seydûş di dewama axaftina xwe de got: "Em bikaranîna ol ji bo ferzkirina hegemonî an parçkirina civakê red dikin. Em diyar kirin ku ol pira navgîna di navbera pêkhateyan de ye, lê ne amûra tundî an cudekariyê ye. Nêrîna me ew e ku tevahî sûriyeyî netewe, an bawerî an ola wan çi dibe bila bibe, di maf û erkan de wekî hev bin.  Armanca me avakirina Sûriyeke nû, pirrengî û demokratîk e ku rêzê bide hemû baweriyan û derfet bide hemûyan ku beşdarî sazkirina siberoja welat bibin. Eger tevkariya rasteqîn û wekhevî tune bin, ew proje bi ser nakevin."

Seydûş di dawiya axaftina xwe de banga diyalogan li pêkhateyan kir û destnîşan kir ku diyalog rêya yekane ya derxistina ji aloziyan e, projeya îslama demokratîk jî zemîna hevgirtinê ava dike.

Piştre cîgirê hevserokên Meclisa Îslama Demokratîk a Kontona Cizîrê Mazin Harûnî belgeya nêrîna siyasî û olî ya avakirina Sûriyeya pêşerojê ya Kongreya Îslama Demokratîk    xwend.

Beşdaran der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman. Beşdaran diyar kir ku nêrîna îslama demokratîk li dijî fikra tundraw e û pêşkêşkirina vê nêrînê dê rê li ber avakirina Sûriyeyeke pirreng a adilane veke. Her wiha xwestin ku civînên wiha li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar bikevin.

(bb)

ANHA