KJAR: Li girtîgehên Îranê îşkenceyên sîstematîk têne kirin

KJAR’ê diyar kir ku îşkenceyên sîstematîk û nebûna tedawiyan li girtîgehên Îranê, “cînayeteke aşkera û bi hedef e”.

 KJAR: Li girtîgehên Îranê îşkenceyên sîstematîk têne kirin
27 îlon, 2025   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Aktîvîsta sivîl Somaye Raşidî di meha Gulana îsal de ji ber nivîsandina dirûşman a li ser dîwaran hatibû girtin. Somaye Raşidî piştî ji Girtîgeha Evînê ji bo Girtîgeha Qerçekê hate sewqkirin, ji ber bêxemiya rayedarên girtîgehê ya têkildarî rewşa wê ya tenduristiyê, di 25’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku Sudabeh Asadî jî li Girtîgeha Qerçekê roja 15’ê Îlonê ji ber nebûna lênêrîna bijîşkî jiyana xwe ji dest daye.

Komeleya Jinên Azad a Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyekê mirina girtiya siyasî Somaye Raşîdî ji ber xemsariya rejîma Îranê şermezar kir.

KJAR’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku têkoşîna girtiyên jin bûye dengê li dijî zextê û hêviya demarên jiyanê zindî dike û got: “Mirina girtiyên jin ên siyasî li girtîgehên Îranê cînayetek vekirî, bi hedef û domdar e. Xebera mirina Somaye Raşidî, beriya çend rojan li girtîgeha Qerçekê, di nava jinên girtî, parêzvanên mafê mirovan û giştî civakê de fikarek mezin ava kiriye. Somaye Raşidî piştî serhildana gelan a li Îranê gelek caran hatibû girtin, tevî nexweşiyên wê yên giran jî, li qawîşên jinan ên girtîgeha Evîn û Qerçekê ji mafê tedawiyê bê par hatibû hêlan. Em polîtîkayên rejîma Îranê ya zextê şermezar dikin.”

KJAR’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku rayedarên Îranê ev salên dirêj e ji bo bêdengkirina dengê girtiyan serî li her rêyê daye, bi salane li gelek girtiyên îşkence tên kirin û got: “Komara Îslamê dozan bi awayên cûda li hev tîne, bi daxuyaniyê nakok û gotinên berûvajî hewl dide rastiyê veşêrin. Lê belê ev rastiya ku nayê tepesandin, têkoşîn û berxwedana jinan a li girtîgehê ye. Serhildan ne ji bo mirina jinên bi salane girtî ne, wateya jiyanê îsbat kiriye. Her jiyana ku bi zincîrê hatî girêdan, her canê çûye, bi dirûşme, stran û qîrînan hatine pêşwazîkirin, ev jî çandeke ku komara Îslamê wê nikare bi tepesîne ye.”

KJAR’ê da zanîn ku ji Qerçek heta Yezd’ê heta girtîgehên din ên li Îranê gelek girtî ji mafê tedawiyê bê par mane û wiha hate gotin: “Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan yek ji van e. Tevî ku nexweşiyên gurçik, lerizîn, dîtina xirab û enfeksiyona diranan bi Zeyneb Celaliyan re hene, ji mafê tehliyekirinê bê par hatiye hiştin.

KJAR’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha diyar kir: “Divê mirina Somaye Raşidî û yên wek wê, wek mirinek ji rêzê neyê dîtin. Tiştên ku ji aliyê Komara Îslamê ve tên kirin cînayetek vekirî, bi hedef û didomeye. Ev rewş di polîtîkaya derve û hundir a rejîmê de bê hêvtî û tirsa bê çarebûnê belav kiriye, derdixwe holê. Têkoşîn û berxwedana girtiyên jin, hêviya demarê jiyanê zindî dike. Divê em bibin dengê hemû girtiyên ku ji bi jiyanek azad û bi wate jiyana xwe feda kirine.”