Xelkê Minbicê şervanek veşart û merasîma xiyabî ya gerîlayekî li dar xist

Şêniyên kantona Minbicê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd Luey Mihemed Seîd veşart û merasîmeke xiyabî bo gerîlayê HPG'ê şehîd Ehmed El Berho li dar xist.

30 tîrmeh 2024   23:32
MINBIC

Îro şêniyên kantona Minbicê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd Luey Mihemed Seîd ê ku di dema pêkanîna erkê xwe de şehîd bûye veşart. Her wiha merasîmeke xiyabî bo gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Ehmed El Berho (Ebû Leyla Şehîd) ku di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye, hat lidarxistin.

Merasîm li goristana şehîdan a bajarê Minbicê li dar ket. Di merasîmê de endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Cebhet El Ekrad, Meclisa Leşkerî ya Babê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê û desteyên wê, partiyên siyasî, rûspiyên eşîran û bi sedan şêniyên kantonê beşdar bûn.

Di serî de rêvebera meclisên sivîl ên kantona Minbicê Meryem Reşîd li ser şehadetê axivî û got: "Asta şehadetê ne tiştekî hêsan e. Di wê astê de mirov ruhê xwe û her tiştê xwe yê giranbuha ji bo welat û gelê xwe feda dike. Bi wê fedakariyê jî bajarê Minbicê ji terorê hat rizgarkirin."

Piştre yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Qehreman axivî û got: "Şehîd û hevrêyên me têkoşîna xwe bi dawî kir û erkên xwe li hember gel û welatê xwe di qadên şer de ku hêzên tarî li ser ferz kirine, pêk anîn."

Qehreman soza domandina berxwedan û têkoşînê li ser şopa şehîdan û tolhildana wan, nû kir.

Piştre wesîqeyên şehadetê yên herdu şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Yasmîn Berkel ve hatin xwendin û ji bo malbatên şehîdan hatin radestkirin.

Şehîd Luey Mihemed Seîd bi tilîliyên dayikan û siloganên "Şehîd Namirin" hat veşartin.

(mh)

ANHA