Xelkê Minbicê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist

Şêniyên kantona Minbicê bi meşeke girseyî banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û soza domandina têkoşînê nû kir.

Xelkê Minbicê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
Xelkê Minbicê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
Xelkê Minbicê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
Xelkê Minbicê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
Xelkê Minbicê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
Xelkê Minbicê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
Xelkê Minbicê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
21 gulan, 2024   22:31
MINBIC

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Minbicê meşeke bi meşaleyan li dar xist. Di meşê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, partiyên siyasî, meclisên sivîl, Rêveberiya Xweser a kantona Minbicê, Desteya Ciwanan û Werzîşê û şênî beşdar bûn.

Meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Firatê dest pê kir û ber bi Çerxerêya Seba Behrat ve bi rê ket. Li wir hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantonê Hisên Begarî got: "Îro şêniyên kantona Minbicê li hemberî kiryarên li ser Rêberê gelên azad Rêber Abdullah Ocalan serî hildidin. Fikrê Rêbertî em ji teror, desthilatdarî û kapîtalîzmê xelas kirin. Em cezayên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan jî şermezar dikin."

Begarî wiha domand: "Bi têkoşîn û berxwedana xwe em ê dîwarê Îmraliyê hilweşînin. Bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan em ê azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin û xwe ji bo wê feda bikin."

(mh)

ANHA