Ciwanên Dêrazorê: Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe li qadan bin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Dêrazorê meşek bi meşaleyan li dar xist. Di meşê de banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.

Ciwanên Dêrazorê: Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe li qadan bin
Ciwanên Dêrazorê: Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe li qadan bin
Ciwanên Dêrazorê: Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe li qadan bin
Ciwanên Dêrazorê: Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe li qadan bin
Ciwanên Dêrazorê: Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe li qadan bin
Ciwanên Dêrazorê: Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe li qadan bin
Ciwanên Dêrazorê: Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe li qadan bin
21 gulan, 2024   21:38
DÊRAZOR

Meşa bi meşaleyan li herêma Seba Kîlo bi beşdariya bi dehan nûnerên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li dar ket. Meş ji pêşiya nexweşxaneya bajêr dest pê kir û ber bi çerxerêya Meamil ve bi rê ket.

Li wir, endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Dêrazorê Rewde El Hisên li ser navê beşdaran daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û soza domandina têkoşîn û berxwedanê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, hilweşandina faşîzmê û avakirina civakeke demokratîk li gorî fikrê Rêber Abduklah Ocalan hat dayîn.

(mh)

ANHA