Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Seedellah Eyûb şehîd bû

Ji damezirînerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Seedellah Eyûb dema erka xwe bi cih dianî, li Şehbayê şehîd bû.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Seedellah Eyûb şehîd bû
19 cotmeh, 2024   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê şehadeta endamekî xwe de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hevreyê me Seedellah Eybû îro (19 Cotmeh 2024) dema erka xwe ya parastina welat û gelê xwe pêk dianî, li Şehbayê şehîd bû."

Agahiyên der barê nasnameya şehîd de bi vî rengî ne:

Nav û Paşnav: Seedellah Eyûb
Navê Dayikê: Helîma
Navê Bav: Hisên
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Meskene, 20 Kanûn 1974
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Cindirês 20 Kanûn 2012
Cih û Dîroka Şehadetê: 18 Cotmeh 2024

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Şehîd Seedellah Eyûb ji kesên pêşîn bû ku tev li refên hêzên me bû. Hevrê Seedellah di avakirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Efrînê de kedeke mezin da. Di têkoşîna xwe ya demdirêj de roleke sereke di parastina xak û gelê xwe de list.  Erk û berpirsyariyên xwe bi dilsozî bih cih danî û di pêkanîna wezîfeya xwe de rojekê dudilî nedibû. Her timî dilxwazekî pêşeng bû û nimuneya tevkarî û hezkirina li hemberî hevalên xwe pêşkêş kir. Hevrê Seedellah ku heya kêliya dawî ya jiyana xwe şopdarê rêya şehîdên leheng bû, bû nimuneya dayînê.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji xwe û ji malbata şehîd Seedellah Eyûb re dixwazin. Em teqez dikin ku em ê têkoşîna li ser rêya şehîdan bidomînin û gelê xwe biparêzin. Em dê bi hemû hêza xwe bixebitin heya ku ewlehî û aştî li tevahî herêmên me Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk werin."

(bb)

ANHA