Xelkê Hesekê êriş şermezar kirin

Xelkê Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got ev êriş vîna wan a berxwedan û bersivdana dijmin lawaz nakin.

Xelkê Hesekê êriş şermezar kirin
Xelkê Hesekê êriş şermezar kirin
Xelkê Hesekê êriş şermezar kirin
Xelkê Hesekê êriş şermezar kirin
Xelkê Hesekê êriş şermezar kirin
Xelkê Hesekê êriş şermezar kirin
Xelkê Hesekê êriş şermezar kirin
Xelkê Hesekê êriş şermezar kirin
Xelkê Hesekê êriş şermezar kirin
Xelkê Hesekê êriş şermezar kirin
Xelkê Hesekê êriş şermezar kirin
Xelkê Hesekê êriş şermezar kirin
Xelkê Hesekê êriş şermezar kirin
Xelkê Hesekê êriş şermezar kirin
Xelkê Hesekê êriş şermezar kirin
28 kanûn, 2023   18:19
HESEKÊ

Xelkê navçeyên Şedadê, Megede û Holê yên kantona Cizîrê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirinj.

Meş ji pêş Komeleya Perwerdê ya Holê ber bi sûka navendî de dest pê kir.

Li wir hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Holê Emar Mûsa êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Ji bo ku gelê me yê berxwedêr ku li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşe serî bitewîne dewleta Tirk a dagirker siyaseteke qirêj dimeşîne."

Mûsa soz şopandina rêça şehîdan ji bo têkbirina planên dagirkeriyê da û got: "Êriş vîna me ya berxwedana û sekna li hember dijmin lawaz nakin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Holê Ela El Selom axivî û got: "Bêdengiya civata navneteweyî, NY′yê û rêxistinên mafên mirovan nîşaneya hevkariya wan a sûcan e."

Li aliyekî din jî endama Kongra Star Kerîme El Salih wiha got: "Binketina siyasî û leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker hişt ku dewleta Tirk bibe dewleteke teror. Ji ber wê êrişên herêmê me dike û binesaziyê bombebaran dike."

Meş bi diruşma ′şehîd namirin′ bi dawî bû.

(fr)

ANHA