Hêzên Dijî Madeyên Hişbirê 3 bazirganên hişbirê li Tebqayê girtin

Hêzên Dijî Madeyên Hişbirê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Tebqa 3 kesên hişbir di nava xwendekarên peymangehan de difirotin girtin.

Hêzên Dijî Madeyên Hişbirê 3 bazirganên hişbirê li Tebqayê girtin
28 kanûn, 2023   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê 3 kesên hişbir di nava xwendekarên peymangehên li Tebqayê de difirotin de daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Di 8’ê Kanûnê (roja Înê), hêzên li dijî madeyên hişbirê 3 kesên ku tovên heşîşê difirotin binçav kirin.

Piştî agahî li ser 3 kesên ku heşîşê difroşin xwendekarên peymangehên taybet hatin bidestxistin, endamên dijî madeyên hişbirê yekser dest bi lêkolînê kirin û ji bo piştrastkirina agahiyên hatine bidestxistin dest bi komkirina delîlan kirin, yek ji wan di kemînekê de hate girtin û 2 kesên mayî jî di mudahemeyekê de hatin girtin û 15 hezar tovên heşîşê ku giraniya wan 155,94 gram e, hatin desteserkirin.

Di lêpirsîna destpêkê de, ew li xwe mikur hatin ku hewl didan hişbirê di nav xwendekaran de û di nava peymangehên akademîk ên bajarê Tebqayê de belav bikin.

Mîqdarên tovên hatine desteserkirin dema ku tê çandin ciheke mezin ji heşîşê digre û dibe sedema belavbûna madeyên hişbirê bi asteke berfireh li bajarê Tebqa û gundewarê wê.

Rêveberiya giştî ya dijî madeyên hişbirê bang li hemwelatiyan dike ku ji bo parastina ewlehî û selametiya gelê me, her çalakiyên belavkar û firoşkarên madeyên hişber ragihînin."