′Em ê li ser şopa sînemager Mensûr bimeşin′

Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê der barê êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û şehîdxistina sînemager Mensûr Kerîmiyan de daxuyaniyek da û bang li dezgeh û saziyên mafên mirovan , dadgehên navnetewî kir ku dewleta Tirk ‎a faşîst bînin pêşberî dadgehên navnetewî û hesaban jê bixwazin, ji ber ku dewleta Tirk li ser gel û pêşengên wî sûcan pêk tîne.

′Em ê li ser şopa sînemager Mensûr bimeşin′
28 kanûn, 2023   18:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê ‎der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdistanî, welatî, nivîskar, rojnameger û rewşenbîran, her wiha şehîdxistina sînemager Mensûr Kerîmiyan de daxuyaniyekê da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:‎

"Di nava çi şerî de be û li ku dibe bela bibe kuştina rojnemevan , hunermend , nivîskar û rewşenbîran tesadifî çêdibe. Lê belê dema yê têkildarî şer dewleta Tirk a faşîst be , tu carî tesadifî di hedefgirtinên wê de tune ye. Dewleta Tirk a faşîst  ji kuştina rewşenbîr , siyasetmedar û welatparêzan li Bakurê Kurdistanê di salên 1990′î de di bin navê kiryarên nediyar de ku bi hezaran şehîd xistin û ta komkujiya Parîsê ya yekemîn 2013′yan û komkujiya Parîsê ya duyemîn 2022′yan ku jimareke ji siyasetmedar , jin û hunermendan şehîd xistine.  , dewleta Tirk di sûcên xwe û terora xwe ya ji derveyî hemû nirx û zagonên mirov û cîhanî de dewam dike. Di vê dawiyê de, ji 24′ê Kanûnê ve dewleta Tirk êrişeke terorane li dijî Rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê); li dijî binesazî, dezgehên xizmetguzariyê daye destpêkirin. Her wiha terora wê ya li hember rojnemevan , hunermend û rewşenbîran jî  berdewam e. Dewleta Tirk ku zindanên Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê ji rojnemevan û hunermendan tijî kiriye, di 25′ê Kanûnê de û di nava êrîşên xwe yên hovane de Sînemagerê Kurd xelkê Rojhilatê Kurdistanê Mensûr Kerîmiyan jî kiribû  armanc. Sînemeger Mensûr Kerîmiyan  ku bi armanca tomarkirina rêzefîlma Kurdî ya bi navê Tava Sor, Evîna Kurd û beşdarî  çend karên sênemegeriyê li Rojava bibû mîna Nameyên Şengalê, Siwariyên Şengalê,  Filmê Kobanê, û hwd.

Em Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê diyar dikin faşizma AKP-MHP  bi awayekî sîstematîk  hunermend, rewşenbîr  û rojnemevanan dike armanc  û ji wan jî  şehîdê rastiyê sînemeger  Mensûr Kerîmiyan e . Em bang li dezgeh û saziyên mafên mirovan , dadgehên navnetewî  dikin ku dewleta Tirk a faşîst bînin pêşberî dadgehên navnetewî û hesaban jê bixwazin , ji ber ku dewleta Tirk terora xwe li ser gel û pêşengên  me dimeşîne  û nabe ji darizandinê rêzgar bibe . Ji axa şehîdan axa Rojavayê Kurdistanê û ta Rojhilatê Kurdistanê  em soz didin ku em ê li ser şopa wî bin."

(fr)