‛Divê zimanê kurdî di destûrê de were naskirin’

Endamê Meclisa Giştî ya Tevgera Nûjen a Kurdistanî û mamosteyê zimanê kurdî Mihemed Zeydo diyar kir ku zimanê kurdî ji bo gelê Kurd doza hebûnê ye.

‛Divê zimanê kurdî di destûrê de were naskirin’
‛Divê zimanê kurdî di destûrê de were naskirin’
‛Divê zimanê kurdî di destûrê de were naskirin’
‛Divê zimanê kurdî di destûrê de were naskirin’
11 îlon, 2026   02:35
HESEKÊ
BILIND HACÎ

Biryara hikumeta veguhêz ku perwerdeya zimanê kurdî di hefteyê de tenê 3 wane bin, di nav civaka Kurd de bûye sedema nerazîbûnê. Li gelek herêman çalakiyên rûniştinê û meş hatin organîzekirin û daxwaza naskirina fermî ya kurdî wek zimanekî sereke li welêt hat kirin. 

Endamê Meclisa Giştî ya Tevgera Nûjen a Kurdistanî û mamosteyê zimanê kurdî Mihemed Zeydo got ji bo gelê Kurd zimanê kurdî mijareke stratejîk û doza hebûnê ye û destnîşan kir ku Kurd li ser xaka xwe ya dîrokî li Rojavayê Kurdistanê dijîn û ji mafê wan e wek pêkhateyeke bingehîn li tevahî parêzgehên Sûriyeyê wekî Şam, Heleb û Hemayê bi zimanê xwe yê dayikê hîn bibin.

Zeydo da zanîn ku divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were naskirin û bibe zimanê fermî yê dewletê û got 3 wane di dibistanan de werin hînkirin têrê nake ku mafên gelê Kurd ên perwerdeyê dabîn bike.

Di dewama axaftina xwe de Zeydo anî ziman ku waneyên ji bo zimanê kurdî dibe ku gaveke destpêkê be, lê ne çareyeke dawîn a pirsgirêkê ye. Zeydo piştgiriya xwe ji çalakî û xwepêşandanên ji bo guhertina biryarê re nîşan da.

Zeydo got divê naskirina zimanê kurdî xwe bispêre mafên ku di qanûnên navneteweyî de biryara wan hatine dayîn û destnîşan kir ku ziman beşeke bingehîn a nasnameya gelê Kurd e û ji mafê wî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne.

Di dewama axaftina xwe de Zeydo anî ziman ku herêm di qonaxeke çareserkirina krîzan re û lêkolînkirina çareseriyên aştiyane re derbas dibe û got pirsgirêka ziman û çand divê bibe beşeke vê qonaxê û bang li partî û hêzên siyasî yên kurdî kir ku di xîtabên xwe yên têkildarî mafê gelê Kurd û zimanê kurdî de bibin yek û bi rêya rêbazên aştiyane bixebitin ku bigihînin naskirina van mafan.

Zeydo di dawiyê de got zimanê kurdî dikare li gorî pêdiviyên serdemê be û tu kêmasiyên wê yên bikaranînê di tevahî qonaxên xwendinê de tune ye.

(f)

ANHA