Xelkê Dirbêsiyê sersaxî da malbata şehîd Gernas Qendîl

Xelkê navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê sersaxî da malbata gerîlayê HPG′ê Gernas Qendîl (Kawa Mamo) û soz da ku li ser şopa şehîdan bin.

4 mijdar, 2023   14:44
HESEKÊ

Bi sedan xelkê Dirbêsiyê, endamên saziyên sivîl û meclisan ji bo sersaxiya malbata gerîlayê HPG′ê Gernas Qendîl (Kawa Mamo) berê xwe da konê sersaxiyê yê li gundê Yarmecî hatiye vedan. Gernas Qendîl di 24′ê Tebaxa borî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Mihemed Kotî fedakariyên şehîdan silav kirin û wiha got: "Şehîd Gernas û hevrêyên xwe li çiyayên Kurdistanê nûnertiya xeta berxwedanê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK′ê dikin."

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê Omeran Orkêş axivî û soza dewamkirina têkoşînê li ser metoda şehîdan da.

Her wiha endama Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Cîhan Mihemed sersaxî da malbata şehîd û wiha got: "Ji bo parastina nasname û rûmeta gelan û sekna li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û xayînên hevkariya wê dikin, hêzên gerîla li çiyayên Kurdistanê bi lehengî şer dikin."

Li ser navê malbata şehîd Gernas Qendîl jî pismamê şehîd Mihemed Mamo axivî û wiha got: "Şehîd Gernas di jiyana xwe de rêya rastiyê esas girt û em soz didin şehîdan em ê li ser şopa wan û fikra Rêber Abdullah Ocalan bimeşin."

Bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re û diruşmên′şehîd namirin′ merasîm bi dawî bû.

(fr)

ANHA