Balafireke Rûsyayê navenda çeteyên ′Tehrîr El Şam′ bombebaran kir

Balafireke şer a Rûsyayê navenda çeteyên ′Tehrîr El Şam′ li rojavayê Idlibê bombebaran kir.

Balafireke Rûsyayê navenda çeteyên ′Tehrîr El Şam′ bombebaran kir
4 mijdar, 2023   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku balafireke şer a Rûsyayê vê sibehê bi 2 moşekan navenda çeteyên ′Tehrîr El Şam′ li mezreyên gundê Eyn Şêb ê rojavayê Idlibê bombebaran kir, di encamê de zirarên madî çêbûn.

Şeva berê çeteyên ′Fetih El Mubîn′ bi moşekan nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li Seraqibê yê başûr rojhilatê Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê jî bi guleyên obîsê derdora nuqteya dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Afis ê rojhilatê Idlibê û gundê Merbelît ê başûrê Idlibê topbaran kirin.

(fr)