Li herêma Firatê ji zarokên şehîdan re civîn hate lidarxistin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê, ji zarokên şehîdan li ser ‎xwebirêveberin, perwerdekirin û xwedî li nirxê şehîdan derketin, civînek li dar xist.‎

Li herêma Firatê ji zarokên şehîdan re civîn hate lidarxistin
Li herêma Firatê ji zarokên şehîdan re civîn hate lidarxistin
Li herêma Firatê ji zarokên şehîdan re civîn hate lidarxistin
Li herêma Firatê ji zarokên şehîdan re civîn hate lidarxistin
4 mijdar, 2023   14:27
KOBANÊ

Bi sedan ji zarokên şehîdan, tev li civîna ku ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ‎li navendaxwe li ser xwerêveberin û perwerdekirina di dibistanê de, her wiha ‎li ser xwedîderketin li nirxên bav û dayikên xwe yên şehîd, divê çawa xwedî derkevin û çawa ‎bikarin di dibistanê de asta yekemîn wergirin û xwedî li nirxên şehîdan ên azad derkevin, civînek ‎hat lidarxistin.‎

Civîn ku bi deqeyekê rêzgirtinê hat destpêkirin. Di civînê de hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan ‎Eyşe Efendî axivî û got: "Divê em bi têkoşînê li dijî her cure şerê ‎taybet bisekinin û xwedî li nirxên xwe yên azad derkevin. Bi hezaran şehîd ji bo nasnameya ‎me ya Kurdî, hebûna me canê xwe feda kir. Rêber Apo û şehîdên li ser doza wî meşîne em ji qirkirinê parastin. Armanca wan ew e ku di dibistanê de ji dêvla sirûda ‎dijminê Kurdan, sirûda ′Ey Reqîb′ li bin ala Kesk Sor Zer de bê xwendin."‎

Efendî di dawiyê de got: "Em malbatên şehîdan ji bo tevahî zarokên şehîdan ‎amade ne alîkariyê bidin; hem di dibistanan hem jî jiyana wan a rojane de. Em ê heta dawiyê li pişta wan zarokan bin." ‎

Di dawiyê zarokan bi dengekî bilind dirûşmeya ’ Şehîd Namirin ’ qîr kirin.‎

‎(EKIP)‎

ANHA