Xelkê Dêrikê Şoreşa 19ˊê Tîrmehê pîroz kir
Xelkê bajarê Dêrik û gundewarên wê Şoreşa 19ˊê Tîrmehê pîroz kir.
Vê êvarê, bi sedan xelkê Dêrikê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera Şoreşa 19ˊê Tîrmehê li Parka Dicle şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihyeedîn Xêrkî axivî û got: "Şoreşa 19ˊê Tîrmehê ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku tevahî pêkhate û etnîkê tev lê bin, bû çirûska azadiyê."
Di şahiyê de koma Cûdî û koma Şehîdên Qereçox stran pêşkêş kirin û beşdaran dîlan gerand.
Sibe bi boneya salvegera destpêkirina şoreşê li gelek bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahî tên lidarxistin.
(fr)