Xelekên xwendinê; deriyê têgihîştina kûr û çareseriya zehmetiyên civakan e

Endamên Meclisa Taxa Şehîd Cengîz ên ku tev li xelekên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bûne, diyar kir ku ew xelek rêbazeke fikrî ya zelal e ku rêya xebitîna wan nîşan dide û di analîzekirina pirsgirêkên civakî û siyasî yên gelên Rojhilata Navîn de dibin alîkar û çareseriyên cewherî pêşkêş dikin.

Xelekên xwendinê; deriyê têgihîştina kûr û çareseriya zehmetiyên civakan e
Xelekên xwendinê; deriyê têgihîştina kûr û çareseriya zehmetiyên civakan e
Xelekên xwendinê; deriyê têgihîştina kûr û çareseriya zehmetiyên civakan e
Xelekên xwendinê; deriyê têgihîştina kûr û çareseriya zehmetiyên civakan e
Xelekên xwendinê; deriyê têgihîştina kûr û çareseriya zehmetiyên civakan e
Xelekên xwendinê; deriyê têgihîştina kûr û çareseriya zehmetiyên civakan e
Xelekên xwendinê; deriyê têgihîştina kûr û çareseriya zehmetiyên civakan e
Xelekên xwendinê; deriyê têgihîştina kûr û çareseriya zehmetiyên civakan e
Xelekên xwendinê; deriyê têgihîştina kûr û çareseriya zehmetiyên civakan e
28 gulan, 2025   02:35
HELEB
MIHEMED EBDO

Endamên Meclisa Taxa Şehîd Cengîz xelekên xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan didomînin. Niha ew gihîştine parêznameya 5'an a "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk" a bi navê "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk". Di van xelekên rojane de 20 endamên komîteyên meclisê beşdar dibin û beşê din kar û barê welatiyan bi rê ve dibin. Piştî komekê xwendina parêznameyekê bi dawî kir, koma din dest pê dike.

Di xelekan de nîqaş li ser têgîna "neteweya demorkatîk" wekî alternatîfa nimûneya netewe-dewleta nûjen e, ku ew jî wekî amûra hegemoniyê tê dîtin, tên kirin. Beşdaran diyar kir ku divê têgîna neteweya demokratîk li gorî pirrengî, hevbeşî û aştiyê; dûrî bingehên iraqî, olî û zimanî ji nû ve were pênasekirin û vîna gelan, pirrengiya wan a çandî, civakî ya li gorî nêrîna Rêber Abdullah Ocalan were nîşandan.

Di parêznameya 5'an a "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk" de Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku netewe-dewleta nûjen a ku di çarçoveya modernîteya kapîtalîzmê de hatiya avakirin civak ji hev xistiye, zirar gihand ekolojiyê û hegemoniya burjuwa kûrtir kir, her wiha mêtingeriya çandî xurt kir. Li hemberî wê jî ew modela "neteweya demokratîk" weke projeya rizgariyê xwe dispêre"Rêveberiya Xweser, nenavendî û rêzgirtina ji mafên giştî û takekesî re" pêşkêş dike.

Endamê meclisê yê ku di xelekên xwendinê de cihê xwe girtiye Ebdîn Hemo got Rêber Abdullah Ocalan dîroka rastîn a gelên herêmê ya ku pergalên zordest ew diçewisand, aşkere kir. Di xelekan de têgîna "civaka xwezayî" ya berî derketina kapîtalîzmê jî derket pêş, ku çawa di wê qonaxê de aramiyek hebû û siyasetê ku gef li hebûna mirovan û xwezayê dixwar tune bûn.

Hemo diyar kir ku dewletên kapîtalîst li hemberî projeya "şaristaniya demokratîk" disekinin, ji ber ku ew rastiya wan a binpêkirina mafên mirovan û domandina şeran bi armanca qezenca madî ya bi rêya firotina çekan û dermanan, aşkere dike.

VEJANDINA ÇANDA XWENDINÊ WEKÎ RÊBAZEKE GUHARTINÊ

Rêvebera meclisa taxê û çavdêra xelekên xwendinê Elîf Hesen destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan hewl da taybetmendiyên civakên berî derketina çînî derxe holê û wan bîne ber civakên piştî kapîtalîzmê edalet û azadî tê de winda ne.

Elîf Hesen li ser çareseriyên ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo krîzên Rojhilata Navîn derxistine axivî û got ku ew ferhengê tecrûbeyên mirovî ye.

Di dawiya axaftina xwe de Elîf Hesen diyar kir ku bi saya xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan çanda xwendinê ji nû ve bi pêş dikeve û van parêznameyan hişt ku kokên pirsgirêkên civakî werin fêmkirin û lêgerînên kûr li ser werin kirin, her wiha ji bo xebatên meclisê û rola wê ya civakî di xizmetkirina civakê de bû lêvegerek.

(mh/fr)

ANHA