Li Silûkê li ser paşxaneya birîndarbûna 6 welatiyan dîsa pevçûn

Li bajarê Silûkê yê Girê Spî, li ser paşxaneya birîndarbûna 6 welatiyên ji eşîra Niêm a Ereb, careke din xelkê eşîrê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hev ketin û banga derketina çeteyan hat kirin.

Li Silûkê li ser paşxaneya birîndarbûna 6 welatiyan dîsa pevçûn
27 gulan, 2025   22:57
EYN ÎSA

Duh, çeteyên "Siqûr El Sunne" yên dewleta Tirk a dagirker, li bajarokê Silûkê yê gundewarê bajarê Girê Spî yê dagirkirî, gule li 6 welatiyên ji eşîra Ereb a Niêm barandin, 6 welatî jî birîndar kirin.

Ji sibeha îro ve şêniyên bajarok di seferberiyê de ne û daketine qadan û xwediyên dikanan dikanên xwe girtine. Şêniyan daxwaza derxistina çeteyan û hesabxwestina ji sûcdaran kir. Çeteyan careke din êrişî xwepêşandêrên li qada bajarok kir.

Çavkaniyeke xwecihî da zanîn ku li bajarok dengê çekên sivik û yên navîn tên bihîstin, her wiha bi belavbûna sekvanên çeteyan li ser avahiya nexweşxaneya El Qeterî, tevgera şêniyan rawestiya û tevahî rê hatine girtin.

Der barê windahiyan de çavkanî tu agahî parve nekirin, lê li gorî agahiyên hatine belavkirin kuştî û birîndarên her du aliyan hene.

Çavkaniyek ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî jî da zanîn ku sewqiyatên leşkerî yên çeteyên "Ehrar El Şamiye" ber bi bajarokê Silûk ve çûn.

Ajansa me navên 5 birîndarên duh bi dest xistin û wiha ne; Qusey El Delo, Mahir Ebûd, Udey El Ebo, Xalid Ebûd û Xelîl El Eswed.

(mh/fr)

ANHA